Di bajarê Selasa Bawecanî de Sê welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin
18:59 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2021
Di heyama çend rojên derbasbûyî de, 3 welatiyên Kurd ên bi navên “ Erkan Behramî, Xelîl Remezanî û Xalid Mîrzayî” ên xelkê bajarê Selasa Bawecanî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî, ew 3 welatiyên Kurd binçav kirine.
Herwisa wê çavkaniya agehdar gotiye: “Ew 3 welatiyane bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî ên bajarê Kirmaşanê hatine veguhastin û xelîl Remezanî 2 rojan berî niha bi danîna barimteyê hatiye berdan”.
Hêzên ewlehiyê, tohmeta sepandî li ser wan 3 welatian bi “Propagende li dijî nizam di torên civakî de” ragihandine.