Di bajarê Pîranşarê de dîsan kolber hatin birîndarkirin û kuştin

22:19 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Sê kolberên xelkê bajarê Pîranşarê ji ber gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatine birîndarkirin û kuştin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, roja Înê 5`ê Gelawêjê hêzên leşkerî yên ku di binkeya “Seqer” ya li sînorê bajarê Pîranşarê cihgîr in, hejmarek ji kolberên Kurd dane ber gulleyan û di encamê de jî, kolberê Kurd yê bi navê “Seyîd Kamil Balaşar” xelkê bajarê Pîranşarê jiyana xwe ji dest da, û du kolberên din yên bi navên “Ezîz Şoxelan” û “Selah Şêxmihemed” bi dijwarî birîndar bûn.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, hêzên leşkerî dest bi ser tiştên van kolberan de girtine, û herwisa zêdeyî 50 ser hesp bi gulleyên hêzên leşkerên Hikûmeta Îranê hatine kuştin.

Ji aliyekî din ve hevdem 5`ê Gelawêjê, du kolberên Kurd yên xelkê bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê ve, rastî gullereşandinê hatine, û di encamê de jî, du kolberên din yên Kurd bi dijwarî birîndar bûne.

Nasnameya van du kolberên Kurd, “Kusret Mamend” temen 15 salî xelkê gundê “Doletû” a girêdayî bajarê Serdeştê, û “Husên” temen 25 salî xelkê gundê “Gerdene” hatiye ragehandin.

Li gorî çavkaniya haydar di vê derheqê de, silametiya van du kolberên Kurd baş nine û “Husên”ê temen 25 salî ji bo çareseriya pîzişkî ji bo nexweşxaneya bajarê “Qeladizê” a li Herêma Kurdistan a Îraqê hatiye şandin.