Di bajarê Merîwanê de, xwepêşandanek li dijî tankêrên sotemeniyê bi rê ve çû

20:30 - 4 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Akinciyên bajarê Merîwanê li hember kêmtirxemiya berpirsên hikûmetê derhrq tirsa tankêrên sotemeniyê li ser jiyana hemwelatiyan xwepêşandanek bi rê ve birin.

Li gor rapora Ajansa nûçegihaniya Kurpayê,îro Sêşemiyê 13’ê Rezbera 1395’an,xelkê bajarê Merîwanê li dijî tankêrên sotemeniyê ku li ser rêya vî bajarî tên û dicin, û jiyan hemwelatiyan xistine metirsiyê de, xwepêşandan bi rê ve birin.

Hemwelatiyên bajarê Merîwanê ji ber sebeba xemsariya berpirsên hikûmetê, a ji ber vê bûyerên bijan yên ku bi sebeba tankêrên sotemeniyê çêdibin, ev xwepêşandane bi rê ve birin.

Herwiha kempêynek di bin navê “Na bo tankêrên mirinê” ji aliyê çalakên Kurd pêk hatiye, û daxwaza wan ev e ku pirsgirêka hatin û çûyîna tankêrên sotemeniyê ku jiyana xelkê xistiye metirsiyê,bê çareser kirin.

Tankêrên hilgirê sotemeniyê li bajarên Kurdistanê heyanî niha gellek bûyerên bijan pêk anîne.

Berpirsên hikûmeta Îranê û Wezareta Rê û Banan tu gavek ji bona çareaserkirina wan pirsgirêkan neavêtiye.

Ev xwepêşandana xelkê bajarê Merîwanê seba wê bi rê ve diçe ku demjimêr 10’ê şeva Sêşemiyê 6’ê Rezberê li ser rêy “Nigil” li nav Sine û Merîwanê tankêreke hilgirê sotemeniyê vergeriya, û ji ber vê yekê jî 6 trombêlên din jî rastî vê bûyerê hatin.

Di vê bûyerê de hemwelatiyekî Merîwanê ê bi navê “Emar Emîdî” jiyana xwe ji dest da.

Birîndarên din jî ku birîna hinek ji wan giran e, bo nexweşxwaneya Êsfehanê û bo çend bajarên din veguhestine,lê belê di heman demî de 3 kesên din duh şevê jiyana xwe ji dest dane, ku nasnameya wan wiha ye: “Mîlad Azerî xelkê Merîwanê,Îsma’îl Bazgîr xelkê gundê Hesen Qire a ser bi bajarê Merîwanê û Şervîn Sewze xelkê Nodşe”.

Rêyên ne îstandard,xemsariya ajotvanan û trombêlên Kevn,yek ji sebebên sereke yê van bûyerên hatin û çûyînê di Îranê û Kurdistanê de ne, û her roja ku derbaz dibe hejmara qurbaniyan zêde dibe .