Di 8 heyvan de 21 kedkaran li bajarê Sinê canê xwe ji dest da

21:41 - 30 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Di heyama 8 heyvan de 21 kedkaran li bajarê Sinê canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, rêjeya mirina kedkaran ber bi zêdebnê ve çûye û li gorî serhejmêriyan, di sala derbazbûyî de, 12 kesan canê xwe jidest daye, lê îsal di heyamê 8 mheyvan de 21 kesî canê xwe jidest dayse.

Her di vê derheqê de, birêveberê giştî yê pizişka yasayî ragehand ku, kedkarên han bi sedema bûyerên kar cane xwe jidest dane û bi giştî 20 kes ji wan mêr û 1 kes jî jin bûye.

Hatiye zanîn ku her sal di seranserî Îranê de 1400 kes bi sedema bûyerên kar canê xwe jidest didin.

Her divê derheqê de roja 6’ê Rêbendana sala1394’an, hejmarek ji kedkarên kargeha “Xatûnabad” a ser bi bajarê Kirman ku liser kar hatibûne derxistin, weke rêkxistinek Sinfê kombûnek pêk anîn, lê di encam de rastî êrîşa hêzên ewlehî ên Komara Îslamî hatin û 20 kes ji wan hatine binçavkirin.

Hate zanîn ku di kargeha navbirî de, ji 300 kedkarên qiradadî, 150 liser kar hatine derxistin û her ava jî sedema pêkanîna meşa nerazîbênê bûye.

Beşek ji malbatên wan kedkaran bona haydarbûn ji rewşa girtiyên xwe, seredana fermandarî û berpirsên palavgeha “Mis a Xatûnabadê”li Kirmanê kirine, lê tu zanyariyek bidest nexistin û hewlên wan bê encam man.