Di 3`ê mehan de 519 haletên binpêkirina mafên mirovan li Kurdistanê
14:58 - 24 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Ajansa nûçegihaniya Kurdpa bo careke din, raportek demsalî a binpêkirina maflên mirovan li rojhilatê Kurdistanê, belav kir.
Ew raport li navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa û ji çavkaniyên agah ên herêmî hatiye girtin. Herwiha analîzekirina wê raportê bi awayekî hejmartin tê şirovekirin, ji ber ku navên nepenî û ên bi belge yên şexsan cem navenda Amara wê ajansê parastî dimîn in.
Rapora jor amaje pê hatîkirin, analîzekirina amarek a bi 519 haletên binpêkirina mafên mirovan li rojhilatê Kurdistanê amade kiriye û ligel salên borî qiyas kiriye:
Nîşander
Gorî nîşander (nimûdar) a jor, destpêka buhara 2015`an, serhev 519 haletên binpêkirina mafên mirovan hatine holê ku di berhevdan li gel sala 2013`an, sedî 26 ciyawazî hene (ango 410 halet zêde kiriye.) li gor sala 2012`an jî bi 230 halet zêdebûn, sedeî 123 ciyawazî bi xwe dîtiye.
Hêjayî gotinê ye ew amar bi rêya çavkaniyên agah ên nûçeyan û çavkaniyên herêmî hatiye tomar kirin, di rastiya xwe de haletên veşartî yên binpêkirina mafên mirovan li Îranê, gelek ji amara hatî tomarkirin zêdetir in.
Xişteya (1)
Haletên binpêkirina mafên mirovan li rojhilatê Kurdstanê (buhara 2015`an)
Binçavkirin û vexwendin:
Gorî wê amarê li ser hev 189 kes dibertek dan hember mirina bi guman ya Ferînaz Xusrewanî de hatine binçavkirin.
Heya niha ji hejmara durust ya girtiyan û rewşa niha ya wan agahiyek bidest nekevtiye u tenê hejmarek ji ewan bi barimteyên giran hatine berdan. Yên din bi navendên ewlekarî yên Urmiye û Mahabadê hatine veguhestin.
Bi piştgiriya amarên hatinî sebtkirin, navên 101 kes ji wan binçavkiriyan neron e û navên yên din jî kamil nîne.
Girêdayî wê mijarê, xwepêşandana Mahabadê di rewşeke ewlekarî ya pir dijwar de birêve çûbû; bi dehan kes hatibûn birîndarkirin û destbiser bibûn. Herwiha li bajarên din ên rojhilatê Kurdistanê, xwepêşandana Mahabadê destek-kiribûn û li wan bajaran rewşa awarte ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatibû ragihandin.
Saziya Neteweyên Yekbûyî jî li ser wê bûyerê hikûmeta Îranê hişyar kirbû û îlankiribû: “Em bi belge û şahîdan dikarin îsbat bikin ku Îranê bi caran xwepêşandanên giştî tepeserkirin e.Jiber vê em dibêjin ew welat dibê rêbide xwepêşanderan daku xwestekên xwe rabigehîn in. Şûna çewisandina xwepêşanderan, divê komîteyek bê avakirin da sedemên mirina biguman ya Ferînaz Xusrewanî bên zelal kirin.”
Greva birçîbûnê ya mamosteyên Kurdistan û Îranê jî di wan mehên dawî de (bi nîşaneya nerazîbûn ji rewşa debara jiyanê û sîstema xelet a hînkirinê li wî welatî) tevgereke din a nerazîbûnê hember sîstema desthilata Îranê bû ku bi vexwendin û binçanvkirin 76 kesan re rû bi rû mabû.
Ên mehkûm bûyî:
Tometbarkirina 32 hemwelatiyên Kurd bi aramnca çalakiyên siyasî û têkdana ewlekariya giştî ji haletên din yên binpêkirina mafên mirvan li Îranê tên hesibandin.
Derxistina hukmê 7 meh heya 2 sal bo16 kesan û mehkûmkirina bi darvekirinê a 3 welatiyên Kurd ji wan haletan tên hejmartin.
Di vê peywendiyê de 13 kes bi 30 sal û 7 meh û 9 rojan zindan û 5 mehan jî ceza di egera dubarebûna tawanan de hatine mehkûm kirin.
30 derbên qamçiyan û 45 milyon qiran cezayê nexdî, ji hukmên din ên wan mehkûman tên hesibandin.
Biyava çalakiyên kesên ku hatinî kifşkirin bi wî awayî bûne: 3 xwendekar, 1 rojnamevan, mamosteyek, 2 çalakvanên karkerî, çalakvaneka mafên jinan û 5 kasibkar.
Îdam:
Navborî bi tometa alîkarîkirin ligel partiyeke opozisyon û qaşoyî hikûmeta îslamiya Îranê, herwiha hember Xwedê derketin (muharibe), bi îdamkirinê hatibû mehkûmkirin.
Mensûr Arvend bêy ku malbata wî pêştir bên haydarkirin, ew hatibû îdam kirin.
Hêjayî gotinê ye gor çavkaniyên herêmî, cenazeyê navborî ji tirsa serhildana dubare ya Mahabadê, teslîmî malbata wî nehetiye kirin, ji ber wê ku dihat payîn eşkence beriya mirinê ji wî hatibinkirin û nîşaneyên lêdan û derbên qamçîyan li ser leşê wî hatiban dîtin, hikûmetê ew yek nipejirandibe.
Mensûr Arvend piştî veguhstina wî li zindana Mahabadê bo Mîyandûavê, hewisa rexenegirtin û qebûlnekirina hukmê jêre hatî pesendkirin, dihat payîn ew ji darvekirinê rizag bibe, lê bi awayekî matmayî berovajî her tiştî ew hat îdamkirin.
Arvend beriya niha bi 4 salan, bi tometa alîkarîkirin ligel partiyeke dijberî hikûmeta îslamiya Îranê û hember Xwedê derketin, bi darvekirinê hatibû mehkûm kirin.
Teqîna mayînan:
Ji 12 welatiyên Kurd yên ku bi sedema teqîna mayînan jiyana xwe ji dest danî, keçek 17 salî jiyana xwe winda kirbû û du zarok jî bi tundî birîndar bibûn.
Gorî axaftinên Osman Muzeyen parêzerê Kurd, di yasayên Îranê de ciyawaziyek navbera qurbaniyên zarok û yên temen mezin de nayê dîtin.
Qurbaniyên mayînan bi awayekî cangoriyên şer tên hesibandin lê tevî wê yekê, ew ji hemû pêdiviyên jiyanê û îmtiyazên hevce ji aliyê hikûmeta Îranê ve, meqdûr mane.
Greva birçîbûnê û rewşa dijwar a girtyên siyasî û bawermend:
Greva birçîbûnê a 14 zindaniyên siyasî ên Kurd bi sedema xemsariya bijişkî û rewşa xirab a girtîgehan, ji haletên din ên binpêkirina mafênn mirovan li îranê tên binavkirin.
Herwiha di wî heyamî de15 zindaniyên siyasî û bawermend jî di rewşeke dijwar a jiyanê de, ji tedawiyên bijîşkî bêpar mane.
Têkildarî mijara jor amaje pê hatî kirin, Elîriza Resûlî zindaniyê siyasî ê zindana Mahabadê di bertek dan hember rewşa xirab a dermanî dest bi greva birçîbûnê kirbnû. Heya dema belavkirna wê raportê wî 23 roj bi pey grevê hiştine. Rewşa tenduristiya Elîriza giran hatiye îlankirin.
Zindaniyên siyasî û bawermend ên Kurd, ji wan kesane ku jêr navên cezayên ewlehî li zindanên Îranê di rewşeke pir dijwar de derbas dikin.
Çalakiyên olî mesebî:
Derxistina du çalakvanên jin ên mesebî li kar, ji haleteke din ên binpêkirina mafên mirovan li Îranê ne.
Jinek bi sedema endambûna “Mekteb Quran” û yek jî bi sebeba hebûna ola Yarî (yarsan) li kar hatibûn avêtin.
Xemsariya bijîşkî:
Gorî wê amarê, ji 6 hemwelatiyên Kurd ku bi sedema xemsariya bijîşkî jiyana xwe ji dest dane, 3 ji wan jinên ducanî bûne.
Xişteya (2)
Haletên li xişteya jor amaje pê hatî kirin, amara kesên binçavkirî, yên hatinî vexwendin û mijarên têkildarî girtiyên siyasî, çalakvanên xwendekarî û mesebî ye.
Piraniya wan kesane bi gotina navendên qezayî ên Îranê, di tevlîhevkirina ewlekariya giştî ya Îranê de beşdarî kirine.
Tawanbarên têkdana ewlekariya giştî li zindanên Îranê, bi piranî rojnamevan, çalakvanên karkerî û kêmîneyên mesebî ne.
Xişteya (3)
Li hikûmeta îslamiya Îranê xeynî hêzên “Întizamî”; wek hêzn taybet bi ewlekariya navxwe ya wî welatî, Sipaha Pasdaran, “Besîc” û hêzên bikincên şexsî û xweser jî, hemwelatiyan dixin binçavan û bê hukmên yasayî dikevin nav malan û hemwelatiyan binçav dikin.
Gorî xişteya hejmare 3, piraniya binçavkiriyan (250 halet) tenê ji aliyê hêzên ewlekarî ve pêkhatine.
“Têkdana ewlekariya giştî” tometeke ku dezgeha qezayî ya Îranê, dema sedemeke ron bi sabit kirna sûc liser tametbaran nebîne, wî hukmî wan re destnîşan dike û ewan bi salan di hepsan de dihêle.(bê ku sucek encam dabin)
Di demekê de ku tawan bar divê gaw bi gaw û bi şahîd û belge tometa wî bê sabitkirin, lê bervojî wê yekê bi hezaran kes li welatê Îranê bêtavan tên daliqandin û bi salan di pişt mîlên girîgehan de dimîn in.
Piraniya caran qazî ku xwedî xwendineke bilind jî nîne, jêr navê têkdana ewlekariya giştî welatiyan bi hukmê giran, ber bi zindanan ve birê dike.
Lêkolîn li ser dezgehên ewlekarî ên hikûmeta Îranê nîşaneya wê yekê ye ku veşartina hukmê welatiyên girtî bi 3 armancan tê şopandin:
-Veşartina mirin a bi sedema eşkenceyan ku di egera eşkere bûnê de, ragihandin dê hember vê yekê helwestê bigrin.
-Nediyarkirina mekanê kesê hatî binçavkirn û yan windakirna rastiya berçavên kesên dixazin ji çarenivîsa mirovên xwe agah dar bibin.
-Afirandina atmosfereke tirs û hovîtiyê bi ser girtîgehan de, bo vergirtina îfade ji zindaniyan di demên pêwîst de.
Xişteya (4)
Xişteya 4 nîşan dide ku ji berhevoka 258 haletên binçavkirina welatiyên Kurd de, 220 kes piştî binçavkirnê, çarenivîsa wan nehatiye eşkerekirin.
Beyan-nameya Cihanî ya Piştevanîkirin ji Şexsan, “windakirina bizorê” û diyarnekirina mekanê veguhestina kesên binçavkirî, ji haletên girtin û îmhakirina azadiya şexsan daya zanîn. Wê Beyan-nameyê ew yek, wek lawazbûna qîmet û behayên civakî destnîşan kirbû û kesên wan karene dikin jî bi cinayetkarên dij bi mirovayetî dabû xuyandin.
Hakimiyeta Îranê ji sala 1976`an peyman-nameya navdewletî ya mafên Sivîl û Siyasî wajio kiriye û gorî benda 2 a xala 9 ya wê peyman-nameyê, “Herkes dema tê binçavkirin divê ji sedemên vê binçavkirinê ew û malbata wî bên agahdar kirin.”
Herwiha Yasaya Bingehîn a Îranê jî binçavkirina xwe ser û bêbingeh red dike . Ew Yasa dibêje: “Divê tawan bi haletek nivîskî bi tawanbar re bê eşkere kirin û sedemên binçavkirinê jî zelal bibin.”
Di wê xişteyê de 5 kes ligel alav û wesayîtên xwe hatine destbiser kirin. Û 18 kes jî bi derb û lêdanan re rû bi rû bûne.
Ew di demekê deye ku gorî yasayên cezadanê ên Îranê, divê çûna bi nav malên şexsî, bi îzinvergirtina yasî bê encam dan, lê ew yasa li Îranê berçav nayên girtin.
15 kes dema girtinê de bi derb û lêdanê re rû bi rû mane.
Lê gorî benda 6 a xala 1`em a yasayê, rêzgitina bi azadiya rewa û parastina mafên hemwelatiyan , herwiha her şêwe eşkence, bê hurmetî û lêdan dema binçavkirinê de hatiye qedexe kirin.
Xişteya (5)
Piraniya gule reşandina rasterast a hêzên leşkerî, mirina kasibkaran bi pey xwe hiştiye.
Hikûmeta Îranê kasibkaran bi tometên veguhestina kalayên qaçax, dikuje û birîndar dike. Eva di demekê deye ku nisbetdana wî cezayî bi kolberan bi şek û gumanan re rû bi rû maye.
Bi gotina Saziya NY, hêzên leşkerî ên Îranê demildest û piştî dîtina kasibkaran gulan bi ser wan de direşîn in.
Gorî yasaya bikaranîna çekan li Îranê, divê destpêkê kasibkar yan her kesekê nenas bi hukmê sekinandinê bang lê bê kirin, piştre di egera bi gumanbûnê de gule bi awayekî hewayî bê avêtin. Hekî tawan nêz ve û bi aşkere jî hat dîtin, divê gule bi jêr kemerê hedef bê girtin û bûre tawanbar destbiser bibe.
Hêzên leşkerî ên Îranê di demekê de kasibkaran armanc digrin ku yasaya cezadana Îslamî, wan nivşên civakê bi cezayên giran mehkûm nake (kalayên qaçax yan derbaskirna sînor) ew jî hukê wî karî çend meh zindan û cezayên nexdî ye (nekuştin û birîndarkirin.)
Di piraniya caran hatiye dîtin ku hêzên leşkerî di nava rê û cadeyan de, tirombêlan hedef digrin û bi hedefa veguhestina kalayên qaçax, ajovanan dikujin yan birîndar dikin.
Girêdayî wê mijarê, Mihemed Salih Nîkbext parêzer û hiqûnasê Kurd vê derbareyê de ragihandiye: Hekî kesek siwarê tirombêleke bi guman be, destpêkê divê tayerên tirombêlê bên teqandin û bidûre ajovan dest bi ser bibe, lê di piraniya cihan hatiye dîtin ku hêzên leşkerî wê xala yasayî berçav nagrin. Ew biawayekî rasteras ajokarên tirombêlan armanc digrin.
Herwiha birîndarbûna 32 kesan di bûyera Mahabadê a bi sedema mirina bi guman a Ferînaz Xusrewanî pêkhatî de û hejmarek kes hatinî binçavkirin, di wê xişteyê de hatiye nîşandan.
Gotinên dawî li ser binpêkirina mafên mirovan li Îranê:
Zêdeyî 220 parlamenterên Ewropa 1`ê hezîrana evsal nisbet bi rewşa mafên mirovan li Îranê, hişyarî dabûn û xwestibûn hukmê daliqandinê demildest bê sekinandin û mafên zindaniyan bê parastin.
Wan nûnerên parlamentoya Ewropa, bi derxistina daxuyaniyekî ji hikûmeta Îranê xwestibûn, bi awayekî lezgîn pirsa mafên mirvan li wî welatê berçavan re derbas bikin.
Herwiha di rapora sala 2015`an a Çavdêriya Mafên Mirovan de hatiye: Hêzên tepeserker û ewlekar ên Îranê li navendên ewlekarî û qezayî, hêza berfereh a xwe parastine û di tevahiya sala 2014`an de, bi awayekî eşkere mafên mirovan pêpeskirine.
Di wê raportê de, bi awayekî giştî, binpêkirina mafên mirovan di serdemê hikûmeta Hesen Rûhanî de, zêdetir ji heyamê desthilata pêştir tê dîtin. Her girêdayî wê tewer (mewzûi) ê “UNHR”ragihandibû:“Hesen Rûhanî, rexma sozên beriya hilbijartinê derbareya mafên mirovan danî, bi cih neanîne. Piştî çûna ser kar a wî, bi awayekî sîsytematîk mafên miroav li Îranê hatiye binpêkirin.
Di dawiyê de, tevî atmosfera ewlekarî û polîsî ya bi ser Îranê de hakim, nemaze di deverên rojhilatê Kurdistanê de, ew rapor tenê beşek kêm ji binpêkirina mafên mirovan nîşan dide, jiber ku di rastiyê de binpêkirina mafên mirovan li Kurdistan û Îranê gelek zêder ji wan haletan e, lê sîstema hakim nahêle medyayî bibe.
Mafê belavkirina wê raporê bi îşarekirin bi amaran parastî ye
Amadekar : Koç
Ew raport li navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa û ji çavkaniyên agah ên herêmî hatiye girtin. Herwiha analîzekirina wê raportê bi awayekî hejmartin tê şirovekirin, ji ber ku navên nepenî û ên bi belge yên şexsan cem navenda Amara wê ajansê parastî dimîn in.
Rapora jor amaje pê hatîkirin, analîzekirina amarek a bi 519 haletên binpêkirina mafên mirovan li rojhilatê Kurdistanê amade kiriye û ligel salên borî qiyas kiriye:
Nîşander
Gorî nîşander (nimûdar) a jor, destpêka buhara 2015`an, serhev 519 haletên binpêkirina mafên mirovan hatine holê ku di berhevdan li gel sala 2013`an, sedî 26 ciyawazî hene (ango 410 halet zêde kiriye.) li gor sala 2012`an jî bi 230 halet zêdebûn, sedeî 123 ciyawazî bi xwe dîtiye.
Hêjayî gotinê ye ew amar bi rêya çavkaniyên agah ên nûçeyan û çavkaniyên herêmî hatiye tomar kirin, di rastiya xwe de haletên veşartî yên binpêkirina mafên mirovan li Îranê, gelek ji amara hatî tomarkirin zêdetir in.
Xişteya (1)
Haletên binpêkirina mafên mirovan li rojhilatê Kurdstanê (buhara 2015`an)
Binçavkirin û vexwendin:
Zortirîn haletê binçavkirinan di dema bûyera Mahabadê ya bi boneya mirina Ferînaz Xusrewanî pêkhatiye
Piraniya haletên binpêkirina mafên mirovan di wê raportê de birîz bi hejmara 258 û 89 haletên binçavkirinê re hatiye holê. Ew di dema mirina bi guman a Ferînaz Xusrewanî bilindtirîn asata xwe de bi cih dibe. Herwiha xwepêşndanên giştî yê mamosteyan jî, ji wê binçavkirinê bê par neman.Gorî wê amarê li ser hev 189 kes dibertek dan hember mirina bi guman ya Ferînaz Xusrewanî de hatine binçavkirin.
Heya niha ji hejmara durust ya girtiyan û rewşa niha ya wan agahiyek bidest nekevtiye u tenê hejmarek ji ewan bi barimteyên giran hatine berdan. Yên din bi navendên ewlekarî yên Urmiye û Mahabadê hatine veguhestin.
Bi piştgiriya amarên hatinî sebtkirin, navên 101 kes ji wan binçavkiriyan neron e û navên yên din jî kamil nîne.
Girêdayî wê mijarê, xwepêşandana Mahabadê di rewşeke ewlekarî ya pir dijwar de birêve çûbû; bi dehan kes hatibûn birîndarkirin û destbiser bibûn. Herwiha li bajarên din ên rojhilatê Kurdistanê, xwepêşandana Mahabadê destek-kiribûn û li wan bajaran rewşa awarte ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatibû ragihandin.
Saziya Neteweyên Yekbûyî jî li ser wê bûyerê hikûmeta Îranê hişyar kirbû û îlankiribû: “Em bi belge û şahîdan dikarin îsbat bikin ku Îranê bi caran xwepêşandanên giştî tepeserkirin e.Jiber vê em dibêjin ew welat dibê rêbide xwepêşanderan daku xwestekên xwe rabigehîn in. Şûna çewisandina xwepêşanderan, divê komîteyek bê avakirin da sedemên mirina biguman ya Ferînaz Xusrewanî bên zelal kirin.”
Greva birçîbûnê ya mamosteyên Kurdistan û Îranê jî di wan mehên dawî de (bi nîşaneya nerazîbûn ji rewşa debara jiyanê û sîstema xelet a hînkirinê li wî welatî) tevgereke din a nerazîbûnê hember sîstema desthilata Îranê bû ku bi vexwendin û binçanvkirin 76 kesan re rû bi rû mabû.
Ên mehkûm bûyî:
32 kes ji welatiyên Kurd bi tometên siyasî ji aliyê dezgehên qezayî yên Îranê ve hatine tometbarkirin
Tometbarkirina 32 hemwelatiyên Kurd bi aramnca çalakiyên siyasî û têkdana ewlekariya giştî ji haletên din yên binpêkirina mafên mirvan li Îranê tên hesibandin.
Derxistina hukmê 7 meh heya 2 sal bo16 kesan û mehkûmkirina bi darvekirinê a 3 welatiyên Kurd ji wan haletan tên hejmartin.
Di vê peywendiyê de 13 kes bi 30 sal û 7 meh û 9 rojan zindan û 5 mehan jî ceza di egera dubarebûna tawanan de hatine mehkûm kirin.
30 derbên qamçiyan û 45 milyon qiran cezayê nexdî, ji hukmên din ên wan mehkûman tên hesibandin.
Biyava çalakiyên kesên ku hatinî kifşkirin bi wî awayî bûne: 3 xwendekar, 1 rojnamevan, mamosteyek, 2 çalakvanên karkerî, çalakvaneka mafên jinan û 5 kasibkar.
Îdam:
Mensûr Arwend li zindana Miyanduavê hat daliqandin
Mensûr Arvend, xelkê Mahabadê berdestê sibeha roja yekşemî (14 hezîranê), li zindana Mîyandûava ser bi Urmiyê, ji aliyê hikûmeta Îranê ve hat daliqandin.Navborî bi tometa alîkarîkirin ligel partiyeke opozisyon û qaşoyî hikûmeta îslamiya Îranê, herwiha hember Xwedê derketin (muharibe), bi îdamkirinê hatibû mehkûmkirin.
Mensûr Arvend bêy ku malbata wî pêştir bên haydarkirin, ew hatibû îdam kirin.
Hêjayî gotinê ye gor çavkaniyên herêmî, cenazeyê navborî ji tirsa serhildana dubare ya Mahabadê, teslîmî malbata wî nehetiye kirin, ji ber wê ku dihat payîn eşkence beriya mirinê ji wî hatibinkirin û nîşaneyên lêdan û derbên qamçîyan li ser leşê wî hatiban dîtin, hikûmetê ew yek nipejirandibe.
Mensûr Arvend piştî veguhstina wî li zindana Mahabadê bo Mîyandûavê, hewisa rexenegirtin û qebûlnekirina hukmê jêre hatî pesendkirin, dihat payîn ew ji darvekirinê rizag bibe, lê bi awayekî matmayî berovajî her tiştî ew hat îdamkirin.
Arvend beriya niha bi 4 salan, bi tometa alîkarîkirin ligel partiyeke dijberî hikûmeta îslamiya Îranê û hember Xwedê derketin, bi darvekirinê hatibû mehkûm kirin.
Teqîna mayînan:
Mirin û birîndarbûna 12 hemwelatiyan bi sedema teqîna mayînan
Ji 12 welatiyên Kurd yên ku bi sedema teqîna mayînan jiyana xwe ji dest danî, keçek 17 salî jiyana xwe winda kirbû û du zarok jî bi tundî birîndar bibûn.
Gorî axaftinên Osman Muzeyen parêzerê Kurd, di yasayên Îranê de ciyawaziyek navbera qurbaniyên zarok û yên temen mezin de nayê dîtin.
Qurbaniyên mayînan bi awayekî cangoriyên şer tên hesibandin lê tevî wê yekê, ew ji hemû pêdiviyên jiyanê û îmtiyazên hevce ji aliyê hikûmeta Îranê ve, meqdûr mane.
Greva birçîbûnê û rewşa dijwar a girtyên siyasî û bawermend:
Grevabirçîbûnê ya zindaniyên siyasî yên Kurd ligel muhlet nedana pizîşkî rû bi rû bûye