Dezgeha dadweriyê li Tikab li ber çavê xelkan welatiyik dane ber qamçûyan

21:03 - 17 Gulan 2014
Ajansa Kurdpa: dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê bo carik din, hukmê lêdana qamçûyan ya welatiyik Kurd li ber çavên xelkê bi rê bir.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniay Kurdpa, sibê zûya roja îro, Şemî, 27ê Banemer( 17 May 2014), bi amade bûna dadsitan û nûnerê dadgusterîû her wisa fermandeyên hêzên intizamîû agahiya şarê Tikab, kesik bi navê Vehîd Ç. , welatiyê Kurd ji xelkêşarê Tikab, 90 derbên qamçûyan lêdan.

Jornalîstê Kurdpa li şarê Tikab ragihand; Ew welatiyê Kurd ku bi desdirêjiya sexî hatibû tometbar kirin, midê zêdetir ji 1 sale ku li girtîgeha şarê Tikab de hwesiye.

Nûnerê dadsitanêşarê Tikab, li dema bi rê diçona vî hukmê dezgeha dadweriyê de li cê lêdana qamçûyan de bû gotiye: Em! Li wir hişdarî didin bi lawan, ku eger karên wisa mîna vî tometbarî bikin, tûşî siza û sernivîsik ha yê bibin.

Pêştir jî li 6ê Xezelwera sala borî de, kesik ji xelkêşarê Tikab, bi navê Husêyn Xusrewî, ku bo çareser kirina kevirê gurçikê xwe,ava ce(abê co), bi kar anîbû, ji aliyê dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya îranê bi tometa wexarina Xemr(Alkohol), 80ê derbên qamçûyan lêdabûn.