Dezgeha Dadweriya Îranê, bêhurmetî bi hemwelatiyên Kurd dike
15:36 - 13 Nîsan 2017
Ajansa Kurdpa: Sê hevwelatiyên li bajarê Dêhloran a ser bi parêzgeha Îlamê, ji aliyê Dezgeha Dadweriya vî bajarî ve bi hêceta vê ku, ew “erazil û obaş” bûne, mesîne kirne stûyê wan de.
Roja Çarşemiyê 23`ê Xakelêweyê, sê hevwelatiyên Kurd li bajarê Dêhloranê, mesîne xistin stûyê wan de, û ew di nava xelkê de gerandin.
Nûçegihaniya Mêhr a Îlamê, ji zarê hêzên Întizamî ve belav kir, ku ew biryar, biryara serdozgeriya bajarê Dêhloranê bûye.
Ew sê hemwelatî bi tohmeta pêkanîna tevdanîkariyan, rehîngirtinê, û qemekêşanê, ew hukm, bi ser wan de hatiye sepandin.
Herwisa malpera Sêrat jî, ji zarê Necefî serdozgerê giştî û Înqilab a bajarê Dêhloranê ve, armanca ji vê yekê, hişdarîdana bi wan kesan bi nav kir, ku mijûlî şikandina normên civakê, û destdirêjiya bi zorî û bêhurmetiya bi namûsa xelkê ne.
Pêştir jî di bajarê Merîwanê de, dadageha vî bajarî bi zorî cilûbergên jinane kiribûn ber hevwelatiyekî xelkê vî bajarî, û ew di nava xelkê de gerandibûn.