Dezgeha dadeweriya şarê Sinê biryara xirab kirina goristana Behayiyên vî şarî da

13:19 - 20 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa : bi biryara dezgeha dadeweiya hukûmeta islamiya Îran, goristana Behayiyên şarê Sinê li nêzî zankoya zanistên midîkala vî şarî yê ji holê rake.

Cemal hairî welatiyê Behayî xelkê şarê Sinê li hevpeyvinik telefonî de bi ajansa Kurdpa ragihand, zêdetir ji 40 welatiyê Behayî li wê goristanê de bi xakê hatine sipardin ku nûtirîn mirî li wê goristanê de dayka mine, 4 sal pêş niha de li wê goristanê de bi xakê hatiye sipardin.

Ew welatiyê Behayî rûniştiyê welatê Australiya ragihand jî, dadgeha şorişa şarê Sinê biryara zewt kirina goristana Behayiyên şarê Sinê daye û ev biryara jî li roja 12ê Gelawêja îsal ji aliyê şaxa 6a dadgeha pêdeçona vê parêzgehê piştrast hatiye kirin.

Cemal Hairî işare bi hindê jî kir, pêştir jî li dewra serkomariya Ehmedî Nijad de hêriş kiribûne ser gorên wan Behayiyan û xêncî nivîsandina dujûn li ser gorên wan welatiyan , kêlên wan jî şikandibûn.

Ev welatiyê Behayî ew jî xiste rû, cê wê goristanê bi kesik bi navê “ E.G” hatiye firotin û çavrêne ku li wan rojan de karê ji holê rakirina vê goristana” Gulistana Cawîd” despê bike.

He niha nêzî 40 binemalê Behayî li şarê Sinê rûniştine ku li sal de çendîn kes ji aliyê hêzên asayişê tên girtin ku li girtina dawî dikarin bi “ Semîm Zariî” welatiyê xelkê şarê Sinê şanî bikin ku li 15ê Pûşpera îsalde ji aliyê hêzên asayişê hatiye girtin.