Dewrêşê Evdî ji nû ve dibe Destan

12:33 - 9 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Pirtûka nû a bi navê “Destana Dewrêşê Evdî” ya ku ji hêla vekolerê Kurd ” D.r Emer Uluçay” ve hatiye amadekirin ji nav weşanxaneya Dîwanê derket. Di pirtûkê de bi piraniya varyantên destan û kilama Dewrêşê Evdî bi berfirehî cih digirin.

\"10087.jpg\"
Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa’ê Dewrêşê Evdî, bi varyantên Milanî, Şengalî, Serhedî û Qafqasî tên gotin. Her yek xwediyê taybetî û xweseriyekê ye. Destan, hem pexşankî û hem jî kilamkî hatiye tesnîfkirini û ketiye ber vekolînê. Bi xwendina vê pirtûkê, dê xwendevan ji piraniya remz û razên destana Dewrêş haydar bibe.