Dewleta Kurdî tê damezirandin

14:02 - 27 Adar 2013
Ajansa Kurdpa:Di raporteke govara Marcopolîs a navdewletî de, pêşbînî hatiye kirin ku Herêma Kurdistanê ber bi serxwebûnê gavan bavêje. Ev raporta han ku di yekem roja Newroza îsal de di wê govarê de hatiye belavkirin, behsa fêde û astengên li pêşiya serxwebûna Kurdistanê hatiye kirin.

Xelkê Kurdistanê çendîn sed sale xewnê bi hebûna dewleteke serbixwe ya Kurdî ve dibînin daku bi saya wê ji xwe re bistirin. Beşek ji Kurdan ku li Herêma Kurdistana Iraqê dijîn nêzîkê vê xewnê dibin û bi rêyeke aram ber bi serxwebûneke temam gavan diavêjin.
Di raporteke Cîgirê Rêveberê Sentera MIT bo Zanistanê Navdewletî Joost R. Hiltermann de hatiye ku xelkê hersê bajarên mezin ên Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî û Dihokê) bi saya hikûmeta Herêma Kurdistanê di rewşeke baş de dijîn. Xelk li Herêma Kurdistanê xwediyê navçeyeke aram û bêpirsgirêk e ku wan ji hemû navçeyên din ên Iraqê cuda dike.

Vêna wiha kiriye ku di warê aborî de Herêma Kurdistanê bibe cihê baweriya gelek şirketên cîhanî wek Exxon Mobil, Chevron, Total û Gazprom ku çendîn girêbestên girîng jî li herêmê îmze kirine. Ligel wê pêşketina herêmê, xelkê wê li wê yekê difikire ku rojekê ji Iraqê cuda bibin û serxwebûna xwe rabighînin ku dibe ev roja han nêzîk be.

Cudabûna ji Iraqê û girêdana hevpeymaniyeke bihêz ligel Tirkiyê, dibe sedema çendîn aliyên pozîtîf û çendîn rûbirûbûn û astengan. Herêma Kurdistanê û Bexda dibe ku bigihin rêkeftinekê bo cudabûna herêmê û hîç yek ji wan ji şer û pevçûnê hez nakin, lê Bexda herî kêm bê Kerkûkê razî nabe û dixwaze ew bajar di jêr kontrola wê debe.

Serxwebûna Kurdistanê fêdeyeke mezin dide vê herêmê ku di warê aborî de bi tevahî pişta xwe bi xwe girêdide. Herçiqas cihê gumanê ye ku Îran û Tirkiye bixwazin Kurdistan ji Iraqê cuda bibe, lê belê her yek ji wan jî amade ye bê agahdariya Bexdayê peywendiyeke aborî ya bihêz ligel Kurdistanê deynin.

Ligel ku di demên borî de Kurdan li beramber xirabtirîn karên rejîma berê ya Iraqê (Enfal û Kîmyabaran) li ber xwe dane, lê niha ne gelê kurd û ne jî pêşmerge naxwazin biçûktirîn şer derkeve, ji ber dibe sedema têkçûna aboriya wê herêmê. Bi baweriya hinek çavdêran, ger Bexda binêt be herêmê razî bike daku bê rezamendiya Bexdayê petrolê neşîne derve û fêda wê bo xwe hilnegire, tê wê wateyê ku pey hesp ketibe. Kurd ku niha xwediyê ji sedî 17-ê dahata Iraqê ne (11 milyar dolar), gelo amade ne ji bo serxwebûnê dest ji vê dahatê berdin?
 
Derbarê serxwebûna Kurdistanê de nivîskarê warê aborî Mark Deweaver dibêje: ‘’Niha baştirîn dem e bo Kurdan daku kar ji bo serxwebûnê bikin, ew xwediyê îradeyeke bihêz in, dikarin biryaran biguherin û li Parlamentoya Iraqê jî pêkhateyeke wan a bihêz heye. Ji bo Kurdan fêda serxwebûnê gelekî heye, lê belê qet pêwist nake ew serxwebûn bi rêya şer bê.’’

Ligel pêşveçûna rewşa siyasî ya Iraqê, dibe ku xewna serxwebûna Kurdistanê di naverasta sedsala 21-ê de bê dîtin, Kurdistan jî divê di dema serxwebûna temam de xwediyê şiyan û aboriyeke bihêz be. (BASnews)