Dewleta Îranê ji hesta Eşîrên kurdan jibo pişikdarî li hilbijartinan de mifahê verdigire

20:07 - 11 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Tevî nêzîk bûn bi dema hilbijartinên Şivra bajar û gundan li Îranê de,li çen cihan bi awayên cûr bi cûr hêzên dewleta Îranê dixwazin bi çêkirina hesta eşîreyî gelê Kurd li herêma Seqizê bo ser sandiqên dengdanê bikêşin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa û bi gotina çavkaniyek bawerpêkirî , çend kes ji dar û destikên dewletê bi mifah vergirtin ji hesta netewî û eşîreyî yên welatiyên Seqiz û Dîwanerê, dixwazin şer û aloziyan dinavbera xelkê gundên herêmê de çêkin.

Bi gotina çavkaniyê îşare bi vê yekê kir ku hin kesan li herêma Hevetû a ser bi bajarê dîwanderê kevtine vê dava dewletê û bêrêziyê bi hev dikin.

Roja Hezîrana 2013’an hilbijartinên Şivra bajar û gund û her wisa Serokkomariya Îranê birêve diçe û li heman demê de partiyên Kurdî û hêzên Opozîsyona komara Îslamiya Îranê ew hilbijartin baykut kirine.