Dewleta Îranê Îzna çavpêkevtinê bi girtiyên Girtîgeha Sin,ê Nade

14:57 - 3 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Karbidestên girtîgeha Sin,ê tevî daxwaza çavpêkevtina malbatên girtiyên siyasî jibo dîtina zarokên wan dijberiyê dike.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa,roja bihurî hejmarek ji malbatên girtiyên siyasî yên girtîgeha Sin,ê ku seva dîtina zarokên xwe serdana zîndana Sin,ê kiribûn, nekarîn zarokên xwe bibînin.

karbidestên girtîgehê tevî daxwaza malbatên wan dijberî kirin û ragehandin ku piştî bêhnvedana Newrozê dikarin zarokên xwe yên zîndanî bibînin.

Enver Husênpenahî, Ednan Husênpûr,Ferdîn Mihemedî, Hebîbullah Letîfî ji wan girtiyên siyasî yên kurdin ku di zîndana sinê de Sinê de girtîne.