Destûpêwendiyên hikûmeta Îranê gef li çalakvanekî siyasî yê Kurd xwarin

21:06 - 1 Çirriya paşîn 2018
Ajansa kurdpa: Destûpêwendiyên hikûmeta Îranê, li bajarê Şinoyê, gef li çalakvanê siyasî yê Kurd xwarin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama meha borî de, destûpêwendiyên hikûmeta Îranê, yên girêdayî îdareya îtila`ata bajarê Şinoyê, gefa veguhastina ji bo Îranê li çalakvanê siyasyî yê Kurd yê bi navê “Kamil Ebdullahpûr” xwarine.

Li gorî çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, hêzên îtila`atê, givaş xistine ser hevjîna wî çalakvanî siyasyî yê Kurd ya bi navê “Asiye Esedî” xelkê bajarê Şinoyê, da ku di vê derheqê de digel wan alîkariyê bike.
Vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Destûpêwendiyên hikûmeta Îranê, “Kamil Ebdullahpûr” digel bavê xwe ku li welatê Swîdê akincî ne, gefa kuştinê jê xwarine.

Herwisa vê çavkaniya agehdar daye xuyakirin ku: “Kamil Ebdullahpûr” li welatê Sw`idê de, li dijî hikûmeta Îranê doz vekiriye.

Vê çavkaniya agehdar di dawiyê de gotiye ku: Hêzên îtila`atê bi awayê berdewam malbata wî hevwelatiyê Kurd bo îdareya îtila`ata bajarê Mehabadê gazî dikin, û ji wan daxwaz dikin da ku zarokên xwe bînin Îranê.