Destêverdanên nava karûbarên mizgeftên Suniyan li Urmiyê hêj berdewam in

21:56 - 28 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Karbidestên Komaraa Îslamî ya Îranê, bi fermî pêşnimêjê mizgefta “Quds” ya “Îslamabad” a ser bi bajarê Urmiyê, ji pêşnimêjiyê derxistin.

Li gor nûçeyên ku gihane Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, çend roj berî niha rayedarên Komara Îslamî li Urmiyê, mafê pêşnimêjiyê ji “Mela Riza Ebdî” pêşnimêjê mizgefta “Quds” a “Îslamabad” a ser bi bajarê Urmiyê sitandin û di cihê wî de, melayekî din bi navê “Tahir Pêyxamî” ku ser bi hikûmetê ye, danîn.

Çavkaniyekî haydar di vê derbarê de ragehandiye ku, heyamekî berî niha hemwelatiyên Kurd ên ku di wê taxa Urmiyê de akincî ne, nerazîbûna xwe li hember destêverdanên karbidestên hikûmetî li Urmiyê anîne ziman, lê nerazîbûnên wan rastî tûnd û tûjiya hêzên ewlehî yên hikûmetê hatin û di encamp de bi dehan kes birîndar ketin ûp gellek kes jî hatine binçavkirin.

Hêjayê gotinêye ku mezgefta “Quds” ji aliyê xelkê xêrxaz ve hatiye avakirin û heya niha jî her ji aliyê xelkê derdorê vet ê birêvebirin û Komara îslamî tu alîkariyeke aborî û xizmetguzarî nade wê mizgeftê.

Ewa di demekî de ye ku Mela Riza Ebdî, kesayetiyekî naskirî û xoşnav e di nav xelkê derdorê de û eva jî bûye desem ku careke din xelk nerazîbûna xwe li hember dûrxistina mela Riza Ebdî ji pêşnimêjiya Mizgefta xwe nîşan bidin û, careke di rastî tund û tûjiyên hêzên ewlehî hatin.