Desteserkirina xelkê gundê “Nêy” berdewam dike

21:58 - 19 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya desteserkirina xelkê gundê “Nêyî” a girêdayî bajarê Merîwanê, hevwelatiyekî din yê xelkê wî gundî, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê ve, hate desteser kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 28`ê Xezelwerê (19`ê Çiriya Paşîn) hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Mihemed Dadresî” û temen 33`ê salî û kurê “Hamid” , û xelkê gundê “Nêyî” a girêdayî bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê, hatiye desteserkirin.

Ev hevwelatiyê Kurd piştî desteserkirinê, bo cihekî nediyar veguhastine, û derheq çarenivîsa vî tu zanyarî ber dest nînin.

Hêzên îtila`atê bi bê soçeke zelal, derheqî wî hevwelatiyê Kurd de, ev desteserkirine.

Her di vê pêwendiyê de jî, şeva Yekşemî 27`ê Xezelwerê, ciwanê Kurd yê bi navê “Seliman Efra” temen 22 salî, û kurê “Rehmet” û xelkê gundê “Nêyî”, piştî gazîkirina bo îdareya îtila`ata bajarê Merîwanê, hatibû desteser kirin.

Herwisa roja Duşemî 28`ê Xezelwerê, “Biryar Kawe” temen 25 salî û kurê “Emîn” û xelkê gundê “Nêyî” a girîdayî bajarê Merîwanê ku, di 26`ê Rezbera sala borî ji aliyê îtila`atê hatibû desteserkirin, û piştî rojekê veguhastina wî bo girtîgeha bajarê Merîwanê, ev bi danîna barimteyê bi awayê demkî heya roja birêve çûna civîna dadgehê hatiye azad kirin.

Herwisa roja Pêncşemî 26`ê Rezberê, “ Biryar Kawe” temen 25 salî û kurê “Emîn” û “Mihsên” Ferehimend” û kurê “Xusro” û “Hemîd Perwaz” temen 28 salî û kurê, “Mihemed” ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê ve hatibûne desteser kirin, û roja Înê 27`ê Rezberê jî “Mihemed Perwaz” temen 21 salî û kurê “Hisên” jî ji aliyê hêzên îtila`atê hatibû desteser kirin.

Hêzên îtila`atê ev çar ciwanên Kurd bi tawana “alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê”, desteser kiribûn û piştire jî bo girtîgeha îtila`ata bajarê Sine hatibûne veguhastin.