Desteserkirina 8 welatiyên Kurd li bajarê Selasa Bawecanî

16:00 - 30 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Heşt welatiyên Kurd ên xelkên bajarê “Selasa Bawecanî” a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin û bo cihekê nexûya vegûhastine.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, 8 welatiyên Kurd yên bi navên “Şahîn Axaweysî, Wehîd Mêhrweriz, Nazar Cemşîdî, Ferameriz Rustemî, Elî Rustemî, Îman Rustemî, Ferşad Mîrî, Pêjman Umîdî, yên xelkên gundên “Bizmîrava” a girêdayî bajarê Selasa Baewecanî, ji aliyên hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.

wî çavkaniya agehdar daye zanîn ku, hêzên îtila`atê ew 8 welatiyên Kurd bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Hizbên Kurd ên Opozisiyona hikûmeta Îranê” hatine desteserkirin.

Herwisa li gorî wî çavkaniya agehdar ku daye zanîn, ji qedera wan 8 kasan zaniyariyek li ber dest nîne û ewe jî nigeraniya malbatên wan li pey xwe hebûye.

Piştî desteserkirina ew 8 welatiyên Kurd, hatoçû li gundê “Bizmîrava” a girêdayî bajarê Selasa Baewecanî, li demjimêr 9`ê şev paşve hatiye qedexekirin û ew gunde di rewşekî ewlehî de ye.