Destbiserkirina hevwelatiyên Kurd di bajarê Şinoyê de berdewam dike

21:01 - 6 Tebax 2018
Ajansa Kurdpa: Hêzên îtila`ata Hikûmeta Îranê di bajarê Şinoyê de, 4 hevwelatiyên Kurd yên vî bajarî binçav kirin û ji bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên derbazbûyî de, hêzên îtila`ata Hikûmeta Îranê, 4 hevwelatiyên Kurd yên bi navên “Kamil Ehmedî”, xelkê gundê “Hesennûran”, “Meqdîr Mehmûdzade” xelkê gundê “Sîngan”, “Ebûbekêr Mînapak” xelkê gundê “Sewce”, û “Teyêb Bamiruwet” xelkê gundê “Sîngan”ê destbiser kirine.

Çavkaniya agehdar di vê derheqê de ji Ajansa “Kurdpa”yê re daye xuyakirin ku: Ev 4 hevwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên îstixbarata ser bi Spaha Pasdaran a Îranê hatinê binçavkirin.

Vê çavkaniyê herwisa ev yek jî daye eşkere kirin ku: Heyanî niha sedema binçavkirin û cihê xwedîkirina van 4 hevwelatiyên Kurd tu zanyariyek ber dest nine.

Her di vê derheqê de, roja Şemî 13`ê Gelawêjê, hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran, di bajarê Şinoyê de, du hevwelatiyên din yên Kurd yên bi navên “Kurûş Ezîzî” û “Yûsif Ehmedî” binçavkirine.