Destbiserkirina 70 Kes Ji Çalakên Sivîl Ên Kurd Li Tirkiyê

12:11 - 23 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Di doma zext û givaşên hikûmeta Tirkiyê bo ser çalakên siyasî û sivîl ên Kurd li Tirkiyê, hêzên vî welatî li 16 bajarên Tirkiyê de aliyê kêm 70 kesên din ji çalakên siyasî û parêzerên Kurd destbiser kirin.

Ev 70 kese bi buxtana hevkarîkirin ligel Partiya Karkerên Kurdistanê P.K.K hatine destbiser kirin.

Ev operasiona roja Sêşem 22ê Nonvembrê li Îstenbul, Diyarbekir, Ruha, Sîrt, Mirsîn û… hate encamdan.

Li Izmîrê 42 kes û Diyarbekirê 30 kes ji endamên BDPê hatine destbiserkirin ku li nav wan de Şaredar û jimareyek ji berpirsên vê partiyê ku yek ji partiyên Kurdan e , tên dîtin.