Deskurtî,bû sedema xwe-şevitandina keçik Kurd

12:46 - 10 Adar 2014
Ajansa Kurdpa: bi xwekujiya keçik din ji xelkê dewera Xoyê, hejmara xwekujiya jinên Kurd li Kurdistana Îran, li zistana îsal de bi 17 kesan gihîşt.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; keçe Kurdik bi navê Çîmen Mîlanî, 22 salî, ji xelkê Qutûr(Kotol), ji dewera Xoy, xwe kuşt.

Serekaniyik agadar bi nûçe gihanê Kurdpa got: Çîmen bi hegera hejarî û deskurtiya malbata xwe, dest bi xwe şevitandinê daye û paşî raguhastin bi yekik ji senterên midîkal li şarê Xoy, canê xwe ji dest daye.

Lêkolerên aliyên civakî, pirsgirêkên malbat, bawirên Olî, civaka mêr salarî, zevicîna li temenê kêm, zevaca zordestî,hejarî û pirsgirêkên ekonomik bi giring tirîn hegerên xwekujî û xwe şevitandina jinan binav dikin.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; ji despêka isal heya niha, 7 jin û keçên Kurd li herêmên Kurdistaniyên Îranê de, bi tinê bi hegera hejariya jiyanê, bi jîna xwe kutayî dane.

Ev hejmara here nêze û bi pişrast kirin bi raportên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa tên weşîn, renge hejmara serasta xwekujiyê, ji vê hinê jî zêdetir be.