Derketina Anfiluanzayê di girtîgeha Zahidanê de û guhnedana berpirsyarên girtîgehê bi wan

21:08 - 14 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Derketina Anfiluanazyê di girtîgeha bajarê Zahidanê de û guhnedana karbidestên girtîgehê derheq bi çareseriyên pizişkî, pêleke nîgeraniyê xistiye nava girtiyên wê girtîgehê û malbatên wan de.

Li gorî nûçeytên belavbûyî, hejmarek zêde ji girtiyên girtîgeha Zahidanê di heftiya derbazbûyî de tûşî mereda Anfiluanzayê bûne û piştî seredana bêhdariya girtîgehê, nesaxiya wan hatiye diyarîkirin, lê karbidestên bêhdariyê ragehandine ku me cih û îmkana çareseriya nesaxiya we niye û, piştî midehekê hûn wê bixe baş bibin.

Çavkaniyeke haydar ji rewşê ragehand ku pitir ji 70 girtî tenê di bendeke wê girtîgehê de tûşn Anfilualanzayê bûn.

Eva di demekê de ye ku xincî lewazbûna cesteyê mirovê tûşbûyî bi vê vîrosê, belavbûna bilez a vîrosa navbirî di cihekî berteng a weke benda girtîgehê û guhnedana karbidestên girtîgehê, nîgeraniya girtiyan û malbatên wan bi dû xwe re anî.

Girtîgeha Zahidanê ku pitir ji 2000 girtiyan ji xwe digire, niha 350 girtiyên mehkûm bi cezaya bidarvekirinê têde binçav in, lewra yek ji girtîgehên herî mezin ên Îranê ye ku têde mafê mirov tê binpêkirin.
Tê gotin ku bi sedema belavbûna vîrosa han di Îranê de, heya niha pitir ji 60 kesî canê xwe ji dest daye.