DERHÎNEREK KURD, XELATA “QAZAN”Ê WERGIRT

21:23 - 13 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Derhînerek Kurd xelata baştirîn Kurte Fîlmê ji bo Fîlma xwe a bi navê “Dastanê Heştom” wate “Çîroka Heştemîn” di Fistîvala “Qazan”ê de vergirt.

Celal Said Penah, Derhînerê Fîlma “Sêdayê Baran” wate “Dengê Baranê” karî di wê Fistîvalê de pileya Yekemîn ji bo xwe tomar bike.

Nûçegihaniya Kurdpress belavkir, Heştemînemîn Fistîvala navdewletiya Masulmanan a li tataristanê bi beşdariya 28 welatan hate avakirin.

Di wê Fistîvalê de 11 berhem derketine holê ku “Dengê Baran” Pileya Yekemîn bi dest xist.

Kurte Fîlma “Dengê Baraqnê” li Sala 2001’an hatiye çêkirin.