DerhÎner Sûrî “Nacî Cêrif” li Entab a Bakûra Kurdistanê hate Kuştin

20:24 - 28 Kanûna pêşîn 2015
Kurdpa: Roja Yekşemî berwarê 6’ê Befranbara sala 1394’an a Rojî, hemberî 27’ê Desember a 2015’an, derhînerê Kurd yê Sûrî “Nacî Cêrif” ku mijûlî berhemanîna fîlmeke dêkyomêntarî derheq bi kiryarên hovê ên DAÎŞ’ê di Sûriyê de bû, li bajarê Entab a ser bi Bakûra Kurdistanê hate Kuştin.

Eva di demekî de ye ku girûpek bi navê “RBSS” ku ji hejmarek rojnamevan û hunermend û derhînerên Sûrî pêk tê û, heyamek e bona nasandina karên hov ên DAÎŞ’ê dixebitin, roja Yekşemiyê di daxûyaniyekê de ragehandin ku “Nacî Cêrif” di yek ji kolanên bajarê Entabê de hatiye terorkirin.

Her piştî bûyerê jî, medyayên Turkiyê nûçeya terora navbirî piştrast kirin û ragehandin ku, derhînerekî Sûrî bi navê “Nacî Cêrif” ku dixwest di fîlmekê de hovîtiya DAÎŞ’ê ji cîhanê re eşkere bike, hate kuştin.

Malpera TV24 a Turkiyê ku taybet e bi nûçegehaniyê, ragehand ku “Nacî Cêrif” ji rêya demançeya bêdeng hatiye kuştin û piştî ku navbirî gehandine nexweşxaneyê, canê xwe jidest daye,