Derheq destbiserkirina nivîskarên Îranî dengê xwe bilind kirin

20:44 - 24 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Nivîskarên Îranê li derheq destbiserkirina nivîskaran û hunermendan di v î welatî de, daxuyaniyek belav kirin, û rasterast daxwaziyên xwe ji Hesen Rûhanî anîne ziman.

Li gora wan nûçeyên ku belav bûne, zêdetir ji 130 kes ji nivîkarên Îranê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Ruhanî kirin ku li ser sozên xwe yên serdema hilbijartinê bimîne. Wan herwisa destbiserkirina nivîskaran û hunermenan bi tundî rexne kirine, û bi bîra serkomar anîne ku hemû ew giritn li serdema deshilatdraiya wî de rû dane, ku bi diruşma “tedbîr û Omîd” û bi “klîda çareseriya kêşeyan” hate nav qada hilbijartinê.

Elî Eşref Derwîşiyan û Mêhr engîz Kar û hinek din ji kesayteiyên diyar di nav cîhana hunerê navê wan dinav vê rîzbenda navê nivîskaran d ehatiye.

Di deqa daxuyaniyê de vegyhastina destbiserkiryan bo cihê nediyar, destbiserkirin bi sedemên ne zelal ji aliyê kesên ne naskirî û diyarîkirina cezayên giran, wekî pênaseyên serberedayînê bi nav kirine.

Nivîskarên Îranî di daxuyaniyekê de pêdagirî li ser vê kirine, ku dewlet mijûlî lihevkirina navikî ye, û sozên xwe yên din ji bîr kirine, û hişdarî dane ku berdeamiya bêdengiyê, wê bibe sedema aloztirbûna rewşê.