Derhênerek Kurd xelata Xurmeya Zêrîn wergirt

16:38 - 29 Gulan 2012
kurdpa: Derhênerê Kurd ê xelkê Turkiyê karî xelata kurte filîma herî baş ya 65’mîn gera fistîvala cîhanî ya Ken, bi dest bixe.

Nûçegihaniya Anatoliyê bilav kir ku “Rêzan Yişîl Baş” derhênerê temen 35 salî ê Kurd ê bakûra Kurdistanê karî bi kurte filîma bi navê “Bêdeng” piştî YELMAZ GUNEY, xelata herî baş ya baştirîn kurte fîlmê wergire û Xurmeya Zêrîn wergire.

Ew kurte fîlm serpêhatiya keçeke xelkê Amedê ye bi navê Zeyneb, ku li kirîza sala 1984 de hevjînê wî hatiye destbiserkirin, û wê jî cotek sol jêre kirîne, lê berpirsyarên girtîgehê nahêlin ew wan solên ku kirîne bide hevjînê xwe. Herweha seba vê ku ew nizane bi Turkî biaxive, jêre di dema hevdîtinê de astengî pêk tên.

Fistîvala Ken bo yekem car li bajarê Ken li başûra Firansayê li septambera 1939’î de birêve çûye, lê piştre heya dawîhatina şerê duyemîn ê cîhanê hate ragirtin. Li dehka 1950’î de meha vê ji Septamberê ve kirne Awrîl, û ji sala 1955 pêve Xurmeya Zêrîn wek xelata herî sereke ya fistîvala Ken hate diyarî kirin.