Derbideriya zarokên Koban û Şengalê hat ekrankirin

16:46 - 21 Hezîran 2015
Ajansa kurdpa: Belgefîlma “Jiyana Sînorî” a bi derhêneriya Behmen Qubadî û beşûdarîkirina 8 zarokên Şengal û Kobanê, ji televizyona cîhanî a Japonyayê (NHK), hat nimayîşkirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, belgefîlma “Jiyana Sînor”ku bi derhênerî û midûriyeta Behmen Qubadî derhênerê navdar ê Kurd hatibû amade kirin, ji aliyê TV ya bi navê NHK a japonyayê ve hat nasandin û bo temaşegerên xwe yên seranserê cîhanê, çû ser şaşeyên televizyonê.

Wê medyaya reng a cîhanî, roja şemî 20`ê hezîranê, ew fîlm bi midetê 2 demjimêran nimayîş kir. Naveroka fîlmnameyê, jiyana derbiderî a zarokên Koban û Şengala Rojava û Başûrê Kurdistanê (ji zarê zarokên Kurd bi xwe) raya giştî re parve kir.

Behmen Qubadî ji ber vê ku ji nêz ve derhêneriyê bike, bo ekrankirina fîlmnameyê ber bi japonyayê ve çûbû. Wî di zanîngeheke welatê navbirî de, li ser mebesta xwe ji çêkirina wê fîlmê axaftinek kiribû.

Herwiha Qubadî têkildarî mijarê jor amaje pêhatî kirin, ligel televizyona NHK jî hevpeyvînek pêkanîbû.

Belge fîlama “Jiyana Sînorî” bi beşdarî û lîstikvaniya 8 zarokên Koban û Şengalê, heriwiha jiyana wan a qampnişînî ya piştîî rizgarkirina Kobanê ji destê DAÎŞ`ê, di çarçoveya belgefîlmekî de hat nimayîş kirin.

Hêjayî gotinê ye, wan zarokan bo heyamê du mehan ji aliyê şiwêrmend û girûpên taybet ên hînkirina zarokan ve, dewreya perwerdeya fîlman dîtibûn, bi dûre di nava wan zarokan de 8 kes hatibûn hilbijardtin, ewan bi derhênerî û midûriyeta Behmen Qubadî, 8 belgefîlmên kurt sazkirbûn.

Ew 8 belgefîlm di çarçoveya belgefîkmeke bilind a 73 deqîqeyî de, ji aliyê Kompanya “Mêj fîlm” ve hatibû amadekirin.

Behmen Qubadî li bajarê Bane yê rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê û gelek xelatên fîlmên Navnetewî jî wergirtine. Qubadî yek ji derhênerên herî baş ê fîlmên kurte. Berhemên wî wihane; Çend peyv bi Xwedê re, Demsala dawîn a Kergedenê, 30 saniye derbarê me de, Haya kesî ji pisîkên Îranî nîne, Nîvemang, Kîsû jî difirin, Awazên welatê dayika min û Demek ji bo serxweşiya hespan.