“Denmark”ê serdana hevwelatiyên xwe bo deverên Kurdistan û Belûçistan û Xûzistanê qedexe kir

20:52 - 11 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Wezareta Derve ya “Denmark”ê ji hevwelatiyên xwe daxwazkir da ku bo ji serdana bo herêmên wekî, Kurdistan, Belûçistan û Xûzistanê xwe bi parêzin.

Wezareta Derve ya welatê “Denmark”ê bi belavkirina daxuyaniyekê ji hevwelatiyên xwe daxwazkiriye da ku, xwe ji serdana bo herêmên Kurdistan, Belûçistan û Xûzistanê biparêzin.

Di daxuyaniya Wezareta “Denmark”ê de, rewşa niha û gefên ku bi sebeba şer û pevçûnên çekdarî yên dinavbera hêzên leşkerî yên hikûmeta Îran û hêzên girêdaiy bi partiyên neteweyên din li Îranê îşare hatiye kirin.

Herwisa Wezareta Derve ya “Denmark”ê ragehandiye ku, di zêdey deman de li Kurdistan, Belûçistan û Xûzistanê dinavbera hêzên leşkerî yên hikûmeta Îran û hêzên opozisyon şer û pevçûn der dikeve û berdewam e.

Her di vê pêwendiyê de jî, Wezareta Derve ya Almaniyayê jî, di daxuyaniyekê de, ji hevwelatiyên wî welatî derheq serdana bo Îranê hişdarî dabû, da ku ji serdana bo herêmên wekî, Kurdistan, Xûzistan û Belûçistanê xwe biparêzin.

Wezareta Derve ya Almaniyayê di vê daxuyaniya xwe de ragehandiye ku, li Kurdistan, Belûçistan û Xûzistanê şer û pevçûn heye, û rewş di van herêman de, ne ewlehe.