DENGÊ AMERÎKA A KURDÎ DÊ AVA BIBE

16:39 - 19 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Çavkaniyekê ji Dengê Amerîkayê da zanîn, ev Radyoye dixwaze Kenalek Esmanî Ava bike.

Pêka Ajnasa “Peyamnêr”, “Motlo Cîflêr Oglo” ê Pêşkêşkarê Bernameyên Beşa Kurdî a “VOA” dibêje, Dengê Amerîka dixwaze li Heyva nîsan a sala bê de, dê Bernameyên xwe ên Tv ê dest pê bike.

Her wisa wê çendê rohn dike ku ew hewle seva Pirsgirêkên Abûriye sala 2010’an, ketiye hember gelek metirsiyanan.

Radyo Dengê Amerîkayê bi 45 Zimanan Bernameyan belavdike û yek ji wan Zimanê Kurdî ye lê ji bona arîşeyên Abûrî hin ji wan hatine daxistin lê ew biryara daxistinê, Zimanê Kurdî li xwe negirtiye.

Beşa Kurdî a Radyo Dengê Amerîkayê li şeva 25’ê Nîsana sala 1992’an ve hatiye damezirandin û heya niha belavkirina bernameyên xwe didomîne.