Demsala Bihar fetisîn û şevat canê 82 kesî ji wan sitand

14:01 - 12 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa : mirin ji sedem jehra gaza Mono oksîd a Kerbon û şevat li 4 ji parêzgehên Kurdistana Îranê li demsala Bihara Îsal de ber bi zêde çonê bûye.

Sazimana pizişkê qanûnî, jimara mirina bi sebebê jehra gaza Mono oksîda Kerbon û şevatê li herêmên kurdrûniştiyên Îranê de 82 kes ragihand.

Ev jimara ya demsala Bihara îsale û mirin bi hegera jehra gaz li parêzgeha Îlamê ji xwe nagire.

Statîstîkên hatî şanî dan dide xûya ku mirina wisa li parêzgehên Kurdistan û Kirmanşan gorekî sala borî de ber bi zêde bûnê çoye.

Li Bihara îsal de bi gelemperî 65 kes li 2 parêzgehên hatî gotin de canê xwe ji dest dane ku 26 kes ji wan jinin.

Gaza Mono oksîd a Kerbon li sedem baş neşevitîna metiryalên petrolik û germker mina wesayitên hat û ço , av germker, gişt sobe û kûrên aşbezxanê û … hd ne.

Tim jinên 2 can, zarok û kale kes ji bê parastin tirîn kesan li metirsiya gaza Mono oksîdê kerbon li saziyên nû çêkirî û yan li halê teimr dene.

Li 3 heyvên despêka îsal de 541 kes li sedem jehrî bûn bi gaza mono oksîda kerbon li Îran de can dane.