DEMIRTAŞ: POLIS ME NEPARÊZIN, EMÊ XWE BIPARÊZIN

16:10 - 24 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Hevserokê BDP’ê û Parlamenterê Culemêrgê Selahattîn Demîrtaş, bal kişand di rojên dawî de li hemberî BDP’iyan êrîş pêk tên, avahiyên BDP’ê tên şewitandin û got: “Ger polîs avahiyên me neparêze, em ê biparêzin.

Ragihandina Fermiya BDP eşkere kir, Hevserokên wê Partiyê di gel Demirtaş hevbawer in ku dibêje: Heke em nehêne parastin, Em ê mafê xwe yê rewa yê parastinê bi kar bînin. Kesên ku êrîşê avahiyên BDP’ê dikin divê ji encamên biqewimin jî razî bibin.”

Demîrtaş, bal kişand piştî teqîna li Dîlokê û şerê diqewime li hemberî avahiya BDP’ê êrîş pêk tên û wiha got: “Yên herî zêde aştiyê diparêzin em in, lê avahiyên me rastê êrîşan pêk tê.

Xelkê li hemberî BDP’ê dizêrînin. Avahiyên partiya me dişewitînin. Dema ku 3 BDP’î tên ba hev, bi dehan polîs tên pêşiya wan, bi kamerayan wan dikişînin. Dema ku avahiya me tê şewitandin polîs li ku ne?

Em li vir aşkera dibêjin: ger polîs avahiyên me neparêze, em ê avahiyên xwe biparêzin. Em ê mafê xwe yê rewa yê parastinê bi kar bînin