DEMIRTAŞ: NIKARIN BDP'Ê JI PARLEMÊNTÊ DERXIN

13:46 - 23 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Hevserokê BDPê, bangî AK Partiyê kir û wiha got: “Qeweta tu kesî têrê nake ku me ji meclîsê bavêje.”

Li gor ragîhandina BDP’ê Pîştî hembêzkirina PKK’iyan ji aliye AK Partiyê û MHPê daxwaza rakirina destlênedayîna parlamenterên BDPyîyan hatibû rojeve.

Hevserokê BDPê di kongreya partiya xwe ya Idirê de xeberda û got ku divê destlênedayîna hemû parlamenteran were rakirin.

Demirtaş wiha got: “Hin parlameterên AKPê tibê em bi paraşutan ketine meclîsê, derbarê qedera me de daxuyaniyan didin”.

Selahettrin zêde kir: “Ne qetewa te, têrê dike tu me ji wê dere bavêjî, xedê te nîne, wêrektiya tê çi ye!”

Demirtaş wiha pêde çû: “Tu bi kîjan rayê ve hatî li wê derê, ez jî bi vê rayê hatim. Tu ne partonê me yî, ne jî midurê me. Tu parlamenterî, em parlamenterin. Tu kî yî me ji meclîsê diavêjî.”