Demîrtaş: Erdoqan Biryara Kuştina Xelkê Şirnaxê Der Kiriye

13:06 - 28 Kanûna Paşîn 2012
Selahedîn Demîrtaş, Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê, Receb Teyib Erdoqan weke berpirsê yekem derheq kuştina xelkê sivîl yê Şiranxê tawanbar kir û raginad: \"Biryara êrîşkirin û topbarankirina gundê Roboskê ji aliyê serok weîzrê Tirkiyê hatiye derkirin.\"

Demîrtaş di hevpeyvînek de ligel rojnameya Radîkal ya Tikiyê raginad: \"Dezgehên ewlehiya Tirkiyê nûçeya hatina 50 kes ji gerîlayên PKK gihandine Serok Wezîrê wî welatî û wî jî biryara kuştina wan derkiriye.\"

Demîrtaş herwiha rexneyek tund ji dewleta Tirkiyê girt derheq ewê ku piştî derbazbûna mehek bi ser bûyera Şirnaxê wan hêj zaniyariyên durust derbarê çavaniya bûyerê nexistine berdest raya giştî.