Demîrtaş: Eger kanalên demokratîk bêne vekirin, belkî PKK`ê, KCK`ê wê ji bo çekan biryara dawî bidin

15:39 - 11 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Hevserokê BDP`ê Selahedîn Demirtaş di çavpêkeftinekê li gel kanala CNN Turkê de ragihand ku, Eger kanalên demokratîk bêne vekirin, belkî PKK`ê, KCK`ê wê ji bo çekan biryara dawî bidin û çekan bi temamî ji holên rakin û bi dawî bînin.

Demirtaş got: Rêveberiya KCK`ê yên li Qendîlê li hemberî fikir û nêrînên Ocalan yên çareseriyê çi dudiliya wan tune ye. Hemû rêveberiya Qendîlê hemfikirin, lê belê ji bo razîkirin û iqnakirina rêvebirên navîn nameyek yan bangewaziyek Ocalan giringe.

Her weha Hevserokê BDP`ê da zanîn ku ji vekişîna şervanên PKK`ê jî ez nabêjim hem tişt hatiye zelal kirin lê di heftya pêşiya me a 10 rojan de dê bê zelal kirin, Qendîl ji bo vekişîneke tendirust avakirina zemîna demokrasiyê giring dibîne.

li ser pirsa gelo milîtanên çekdar wê bo derveyî sînoran vekişin,  Selahedîn Demirtaş got: Îmralî wê bangewaziyek bike û dûvre bi wê bangê vekişîna milîtanan wê destpê bike. Ev bangewazî wê bi hemû hurgiliyên xwe dê zelal û vekirî be.

Demirtaş cext li wê yekê kir û got: Eger kanalên demokratîk bêne vekirin, belkî PKK`ê, KCK`ê wê ji bo çekan biryara dawî bidin û çekan bi temamî ji holên rakin û bi dawî bînin.