Demavend bi armanca piştevanîkirina Aviyerê hat pîvan

14:19 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kudpa: 3 çiyavanên Şinoyî li rojhilatê Kurdistanê, bi armanca destek-kirina seyrangeha Aviyera Sine , her wiha şermizarkirina failên bûyera şewatê ya ku li wir pêkhatî, bi serbilindî ji çiyayê bilin ê Demavend bi ser kevtin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Ebdulah Perwane, Selîm Xizrî û Bêhnam Zad, ji wan 3 çiyawnên Kurd ên bajarê Şinoyê ne ku bilindiya çiyayê Demavendê pêvan û bi ser kevtin. Wan çiyavanan armanca xwe ji wî karî şermizarkirina fail û sedemên şewata li daristanên rojhilatê Kurdistanê pêk tên dan xuyandin. 3 ciwanên Şinoyî li ser lûtkeya Demawend, pilakarda ku li ser Aviyer hatibû nivîsandin daçikandin.

Girêdayî heman mijarê roja pêncşemî 9`ê tîrmeh (july)ê jî, xwepêşandanek li bajarê Sineya rojhilatê kurdistanê, bi mebesta şermizarkirina failên şewata wê seyrangehê birê ve çû.

Di wê meşa nerazîbûnê de, ji berpirsên bajarê navborî daxwaz hat kirin ku di demeke nêz de, kesên bûyera şewatê li seyrangeha Aviyer pêkanînî, bên darizandin.

Xwepêşandan ji çalalakvanên mafên jinan û yêln jîngeh parêzî, pêk hatibû.

Roja şemî 4`ê tîrmeha 2015`an, Aviyer bo cara duyemîn agir pêkevt ku ji aliyê şêniyên deverê ve hat kontrolkirin.

Cara pêşîn jî 3`ê heman mehê bi awayekî berfireh Aviyer bi bûyera şewatê re rû bi rû ma û dar, giha û xwezaya wê seyrangehê, ji çar hêlan ve di nava guriya agir de bûn rejî.