Dema weşana pişka Kurdiya TV a Herêmiya Urmiye dîsa hat kêm kirin

22:26 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: bo cara 3’ê li sala Dema weşana pişka Kurdiya TV a Herêmiya Urmiye hat kêm kirin.

Pêka Nûçeyê Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, salek berî niha ku wê TV’ê 10 demhijmêr weşan hebû, derfet ji bo pişka kurdî, 25 deqîqe û qasî dema vemayî ji Zimanên Turkî û Farsî re hatibû terxankirin.

Li dirêjiya wê Raporê de hatiye çend Heyvan beriya niha ev dema weşanê ji 10 se’etan bû 20 si’et û zêdebarî li wê derfeta zêde, 5 deqîqe ji zimanê kurdî dabirîn.

Her wisa Nûçegihanê me dide xuyanê ku di heyamê çend heftiyên derbasbûyî de weşana beşê Kurdî li rojên Eyinê de hatiye rawestandin û rojên asayî jî ev derfet bûye 15 deqîqe.

Ev meseleye di demekê de ye ku Abid Fettahî, Nûnerê Kurd ê Parlemantoya Îranê, soza zêdekirina wê derfetê ji bo beşê kurdî dabû û beriya hilbijartinan jî, Berpirsê Deng û Rengê Komara Islamî li Urmiye jî ev daxwazî pejirandibû.