Dema neft erzan bû bê qîmet dibe/Li Îlamê Petrol dirije nav avê

14:09 - 11 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di demekê de ku bi demsala zivistanê re serma û seqemeke dijwer li rojhilatê Kurdistanê de hakim e, bi sedema xemsariya karbidestên hikûmeta Îranê, pişkek ji rûbarê baraj (sed) a Kerxê, li bajarê Abdana a ser bi Îlamê, bi rijîna petolê bi nav avê re rûbirû bûye.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan, bi sedema şikestina boriya veguheztina petrola devera “Pilzal” a Loristanê, bi deh hezran lître neft rijiya nava robarê.

Lekeyên petrolê ku ji ber şikestina boriya neftê rijiyan nav ava baraja Kerxe (nêzî pişa Kelat Mormorî a ser bi Abdanan a Îlamê) bi ferehiya 150 hiktarî ava golê qirêj kir.

Gorî rapora “Îsna” pişkek zor ji firendeyên avî û masî bi sedema vê bûyerê mirine yan tûşî nexeşiyan bûne.

Pêwîste amaje bi vê yekê jî bê kirin ku bûyera rijyana petrolê û şikestina boriya veguheztina neftê, bi sedema pêpeskirina dezgehek Lodêr hatiye holê û bi hezaran madeyên neftî rijiyane nava ava ku dirije golê. Tê gotin 60 kîlometre ji embarên ketî pişt barajê tûşî qirêja petrolê bûne û heya agir rûyê avê jî girtiye.

Karzan ser vê baweriyê ne; xeynî mirina masiyan ew bûyer ê bandor li ser ax û avê jî bike.

Rijyana petrolê ji boriya veguheztina bajarê Poldoxter di demekê de ye ku beriya niha bi 3 salan, rêveberê Yekeya Endaziyariya Avayî a kompaniyeke Loristanê, pêşniyara çêkirina barajekî bo zêrevanî û ewlehiya boriya veguhesytina petrolê kiribû.

Rûbara Krxe 3’emîn rûbara dirêj a welatê Îranê, piştî Karûn û rûbara sipî(sifîd rûd) tê hejmartin ku ji çiyayên Zagros serçave digre.