Dema çinîna Nêrgisan li Îlamê bi dawî hat+Wêne

20:26 - 8 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Nêzî 150 hezar hiktar ji zeviyên cotkarî û xwezayî ên parêzgeha Îlama rojhilatê Kurdistanê, çû bin çandina gula Nêrgis de.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bajarê Dereşehr ê Îlamê di hefteya borê de 5 milyon baq (deste)ên gulan hatin çandin ku faydeyeke aborî a zor bo vê deverê hebûye.

Piraniya gulêm Nêrgis li cûneyên nêrgis ên hov in ku li çiya şîn dibin û li bajarên Mêhran, Dêhloran û Abdanan ên ser bi Îlamê tên perwerde kirin.

Doreya çinîna gula Nêrgis a hov li parêzgeha Îlam a rojhilatê Kurdistanê, bi midetê 45 rojan dirîj dibe û di mehên ortê ên zivistanê de gul tên qedandin.

Gorî amarên hatinî berhev kirin, qîmeta aborî a çinîna gula Nêrgis, 300 milyon Tûmen hatiye texmîn kirin.

Gula Nêrgis ji Dereşehr a Îlamê şîndibe û bo hindik bajarên Kurdistanê û derdora Îranê tê şandin.

Midûrê Giştî ê Karûbarên Xwezayî li Îranê, mifahên gula Nêrgis li karên dermanî de dibîne û dibêje: Bîhn xweş a wê gulê bandorek erênî li ser rihet kirina pskolojiya mirovan daydine.

Herwiha xwarina rojane 6 giram ji gul nêrgis, nexwşiya mêde heya qasekî çareser dike û kurmikên nava zik dikuje.

Gorî raporta Îrna, zêdeyî 1 hezar cûneyên giya li Îlamê hatine nas kirin ku 330 ji wan di kar û barên dermanî û pîşesazî de tên bikar anîn.

\"24630.jpg\"

\"24631.jpg\"

\"24628.jpg\"

\"24632.jpg\"

\"24633.jpg\"

\"24634.jpg\"

\"24636.jpg\"

\"24635.jpg\"

\"24637.jpg\"