Dehemîn kûpa Helepçeyê bê piştevaniya hikûmetê birêve çû

14:23 - 29 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Merasîma bi dawî hatina maçên fûtbol “Kûpa Heşepçeyê”,bi beşdariya hejmerek ji çakavanên çandî û sivîl ên Kurd, li bajarê Seqiza rojhilatê Kurdistanê birê ve çû.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, êvareya roja înê, bervar 27’ê adar (march) a 2015’an, maçeke topa pê ya taxên seqizê ku bi armanca bilind nirxandina salvegera qurbaniyên helepçeyê hatibû lidar xistin, serbarê xelat kirina tîmên serrkevtî bidawî hat.

Di vê pêşbirkê de 16 tîman beşdarî kirbû ku tîmên“Tekperestan”û “Qendîl”gihîştin qunaxa dawiyê û di encamê de qendîlê “Tekperestan” têkbir û bû qareman.

Ebûd ullah Birarbeygî yek ji birêveberên “kûpa Helepçeyê”, di merasîma bi dawîm hatina wê xûla sîporê de ragihand: kûpa fûtbolê a bîranîna Helepçeyê ew 10 sal in li Seqizê birê ve diçe ku mebest ji vê rikberiya dostane bilind nirxandina qurbaniyên karesata Helepçeyê ye.

Navborî amaje bi vê yekê jî kir: Bi rêvebirina wê kûpê bê hemahengiya hikûmetê û bi awayekî xwe coş û xwerisk, ji aliyê hemwelatiyên Kurd yên bajarê seqizê ve hersal tê lidar xisrtin.

Pêwîste bê gotin di merasîmê de du helbestwanên Kurd yên bi navên Celal Reşîdî û Eşkan Ehwazî, di têkildarî li gel karesata Helepçeyê çend helbest pêşkêşî temaşevan û beşdarbûyên maç û merasîmê kirin.
Beriya niha bi 27 salan (Sibata 1988’an), dema şerê 8 sale yê Îran û Îraqê de, firokeyên rejîma Baas a Sedam Husên, bajarê Helepçeya Başûrê Kurdistabnê bombeyên kîmyawî bi ser de barandibûn.

Di encama wê karesatê de zêdeyî 5 hezar Kurd bi bêhna gaza Kîmyawî a “Xerdel” jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes birîndar û kêmendambûn ku heya îro jî bandora wê madeya kîmyawî li ser jiyan û xwezayî bi dawî nebûye.