Dayikek Kurd bi mercekê dêbihê azad kirin ku kurê vî xwe radest bike

21:32 - 14 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Berpirsyarên Dezgeha Dadverî ya Îranê bi dayîka çalakek siyasî yê Kurd ragehandine ku tenê demekê dêbihê azad kirin,ku kurê wî vegere nav welêt û xwe radestê hêzên ewlehî bike.

Sîrwan Kemanger çalakê siyasî ê rûniştiyê derveyî welêt,di hevpêvînek telefonî de bi ajansa kurdpa,ê ragehand: 4 meha beriya niha ‘Fatima Perwîzî’ dayika min ji aliyê hêzên ewlehî yên bajarê ‘Kerecê’ hatiye girtin û piştî 6’mehan jibo zîndana ‘Nûşehrê’ li parêzgeha Mazenderanê hatiye veguhastin.

çalakê han eşkere kir ku diya vî li çaxekê de ji aliyê hêzên Îttlatî hatiye girtin ku 4’roj ji neştegeriya vê derbas dibû, lê serbarê vê yekê ku nêzîk bi nîviya hûkmê xwe derbas kiriye bexşîn(Efûya bi şert) vê nagire,û li hemû cûr mirexesiyekê hatiye bêpar kirin.

Sîrwan Kemanger da xuya kirin: Ez û dayika xwe li sala 2011_an de seva pişikdarî kirin di nerizayetiyên piştî hilbijartin ên Serokomariya Îranê,li bajarê ‘Çalûs’ê hatin girtin û piştî 40’rojan bi danina barimteya 80 û 30 milyon timenî hatin azad kirin.

Navbirî di dirêjiya hevpêvîna xwe de got: Dayika min di dadgehekî çend deqeyî da bi tawana bêrêzî bi ‘Leşkerên bê nav û nîşan yên Îamamê Zeman’(Hêzên Îttlatî)bi 6’mehan zîndanê hatiye mehkûm kirin.