Dayîkek digel 2 kurên xwe li bajarê Pîranşehrê hatine binçavkirin

18:18 - 18 Nîsan 2021

Sibêdeha roja Şemî 28`ê Xakelêwe, jineke Kurd ya bi navê “Gulale Muradî” digel 2 kurên xwe yên bi navên “Metîn û Tahir Bezazî” xelkê bajarê Pîranşehrê, ji aliyê hêzên ewlehî ve, hatine binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew 3 welatiyên Kurd piştî kuştina endamê Spaha Pasdaran yê bi navê “Osman Hacîhusênî”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got, ew 3 welatiyên Kurd, bona lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatine veguhastin.

Pêka gotina çavkaniya agehdar a “Kurdpa” yê, piştî binçavkirina wan 3 welatiyên Kurd, ti zaniyariyek li derheq qedera wan ber dest nîne.

Roja Înê 27`ê Xakelêwe, “Osman Hacîhusênî”, endamê Spaha Pasdaran li bajarê Pîranşehrê hate kuştin.