Dayîk û Kurek li Seqizê fetisîn

17:12 - 12 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Dayîk û Kurek li Seqizê ku jibo geş û seyranê serdana bendava “Lezgî”a li herêma Seqizê û li nêz gundê “Bapişxan”di nava ava bendavê de canê xwe ji dest dan.

Li gor rapora gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa,roja Înê berwar 9’ê Gulanê ciwanek Kurd binavê Nerîman muradî yê temen 18 salî dikeve nava ava bendava Lezgî û seva nezanîna melevaniyan fetisî û cane xwe ji dest da.

çavkaniyekê bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand: Li heman demê de ku diya vî kurî ku jibo rizgar kirina kurê xwe xwe dixe nava avê de, cane xwe ji dest dide.

çavkaniyê bi ajansa kurdpa ragehand, termê termê wan kesan piştî 20 deqeyan ji aliyê hêzên Îdareya agir wemirandinê ji avê hatine derê û jibo Serdxaneya bajarê Seqizê hatine şandin.

Sala bihûrî 4 welatiyên Kurd yê xelkê bajarê seva nezanîna melevaniyan di nava ava Bendavan de fetisîn.