Daxyunî: “Xwandigehên bi Ewleh, Mafê dersxwan û mamostayan e”

20:09 - 22 Çirriya paşîn 2015
Nûçegihaniya Kurdpa: Komek ji mamosta û çalakvanên sivîl di Îranê de pêşniyar kirine ku roja “ne bo tundûtîjiyê di Xwandegehan de” di rojhejmêra fermî a Îranê de, bê nivîsandin.

Li gora raporên ku belav bûne, di heyama rojên borî de hejmarek ji mamosta û ferhengiyan bi derkirina daxuyaniyekê, yekem salvegera mirina mamosta “Bêrucirdî” bilind nirxandin, û derheq şûnwarên tundûtîjiya di civakê û xwandingehan de, û arîşeyên ku di xwandingehan de dibne sedemên çêbûna tundûtîjiyê, hişdarî dan.

\"29037.jpg\"
Muhsên Xeşxaşî
Di 1’ê Sermawêza sala borî de, Muhsên Xeşxaşî, mamostayê Fîzîkê di bajarokê Bêrucirdê de, bi derba kêrê ji aliyê dersxwanekî temen 15 salî ve, jiyana ji dest da.

Di daxyuniyê de ji dewleta Rûhanî daxwaz kirine ku roja 1’ê meha Sermaweza hemû salê, wekî roja “ne bo tundûtîjî di xwandingehan” de bê naskirin, û her di vê demê de du pirsan jî dikin ku di destpêkê de Wezareta Perwerde û Hînkirinê dibe ji bo xelkê rohn bike ku ji sala borî ve heya niha, ji bo pêşîgiritin ji çêbûna tundûtîjiyê di Xwandegehan de ti bernamek bi kar anîne? Û ya dudiyan eva ye ku şirove bike ku çawan bernameyên kêmkirina 1 li ser 4ê ji mamostayên fermî yên dewletê, dikare di warê kêmkirina tundûtîjî di Xwandegehan de, yan jî zêdebûna tundûtîjiyê bi bandor be.

Malpera Civata Pîşeyî ya mamostayên Îranê deqa nameyê belav kiriye.

Çalakvanên sivîl di wî warî de bi rêxisitina kempiyêna “ne bo tundûtîjî di Xwandegehan de” ji mamosta û ferhengiyan daxwazê dikin ku bi vajokirina vê daxuniyê tevlî kempiyênê bibin.

Se’îd Pêwendî, civaknas û mamostayê Zanîngeha Parîsê, derbarê tundûtîjî di xwandngehên Îranê de, di gotûbêjekê de dibêje ku: “Dewlet dikare di kêmbûna asta tundûtîjî û çêkirina ferhengeke nû di civakê de rolekî pir çalak bilîze, lê Îradeyeke wisa ji aliyê we dewletê ve nahê dîtin, û her bi vî away jî, ne tenê em şahidê berhemanîna tundûtîjiyê ne, belkû em şahidê berfirehbûna sedemên tundûtîjiyê ne jî”.