Daxwaza barmiteyekî giran bo berdana welatiyekî Kurd hatiye kirin

12:06 - 11 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Dezgeha dadwerî ya hikûmeta Îranê, bo berdana demkî a welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Sinê, daxwaza barmiteyekî giran kiriye.

Pêka nêçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, dezgeha dadwerî ya hikêmeta Îranê, bo berdana demkî a welatiyekî Kurd bi navê “Hêyder Sa`idî”, xelkê gundê “Gawero” a girêdayê devera “Serawqamîş” a ser bi bajarê Sinê, daxwaza barmiteyekî giran kiriye.

pêka gotina çavkaniyekî agehdar, malbata wî welatiyê Kurd heya niha nekarîne wê barmiteya ku ji aliyê dezgeha dadweriyê ve hatiye danîn, peyda bikin.

Ew welatiyê Kurd di roja Çarşemî 1`ê Cozerdana îsal de, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên opozîsiyon yên hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibû binçavkirin.

”Hêyder Sa`idî”, derçûyê warê maf ji zanîngeha Peyama Nûr a bajarê Sineyê ye.