DAXUYANIYA NAVENDA KURMANC LI URMIYE SEVA GIVAŞÊN BI SER KOVARÊN KURDÎ DE

22:12 - 18 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Bi henceta derbirîna nerazîtî tev daxistina Belavoka “Rêjne” li Zanîmgeha Urmiye, Navenda Çandî – Wêjeyî a Kurmanc, Daxuyaniyek da.

Daxuyaniya han, daxistina wê Belavokê, bi şopînerê Jînosayda Çandî dide kifşandin û dide zanîn “Îradeya Gelê Kurd” dê wan karê Komara Islamî bê Bandor bikin.

Deqa Daxuyaniyê bi destê Kurdpa gehîştiya ku li jêr tê:

Xwendekarên Hêja!
Hukûmeta Komara Islamiya Îranê gelek li zû ve ye ku Hewl û Tekoşîna xwe gur kiriye bilanê Zimanê me û bûna me û Çand û Wêjeya me Kawil be. Ji me re dibêjin Hoz û Qewm û me weke Neteweyek napejirînin. Heke jî bîna Neteweyekê li me binêrin, ji me re dibêjin îdî me tu weke Kurd qebûlî îdî here li şûna xwe birûnê.

Dîsa li bajarê Urmiye Nûçe digîhe ku Kovarek din jî ço dilê Dîrokê de. Li salên bihorî de gelek Êrîşên bo ser Kovar û Çapemeniyên Kurdî li Zanîngehên Urmiye hatine kirin û di wan rojên dawîn de Kovara “Rêjne” li Zanîngeha Urmiye hate daxistin, lê Zarokên Kurdan her car li pey carên din, bi hêztir û Xorttir, xebata xwe didomînin.

Em bi navê Navenda Çandî Wêjeyî A Kurmanc li Zanîngehên Urmiye tewlî derbirîna nerazîtiya xwe li hemberî daxistina Belavokên Kurdî û mehkûmkirina wê karê a desthilatdarên Çandiye Zanîngeha Urmiye, ji Zarokên Kurdan re dibêjin ku roj li me xuya ye û bi meşandina wê rêyê a pîroz, car din bişopînin ku Kurd xwediyê Îradeyek Mezin e û biryarên Desthilatan ji bi qirkirina çandî, roj li pey roj yê werin pûçkirin.

Navenda Çandî – Wêjeyiya Kurmanc li Zanîngehên urmiye
15’ê Tebaxa sala 2012’ên Zayînî