Daxuyaniya hevbeş: Haydarî li derheq binçavkirina berfireh a parêzerên mafê mirovî di nav xwenîşandanan de

00:21 - 5 Çirriya pêşîn 2022

11´ê Rezbera sala 1401´an a Rojî

Daxuyaniya hevpar-Îran: Haydarî li derheq binçavkirina berfireh a parêzerên mafê mirovî di nav xwenîşandanan de.

Saziyên civaka medenî û mafê mirovî ya navneteweyî yên vajokirina vê daxuyanyê, daxwazkarê bi dawî anîna tunditîjî, binçavkirina serberedayî, gefxwarin, tohmet li dijî parêzerên mafê mirovî, rojnamevan, xwendkar û çalakvanên warê mafê medenî, bi taybetî di nav girûpên kêmîneyên neteweyî de ne.

Ji 27´ê Xermanana sala 1401´an a rojî ve, zêdetir ji 50 parêzerên mafê mirovî, digel rojnamevanan û çalakvanên xwendkar, hatine binçavkirin û bi awayek serberdeyî di girtîgehan de ne û tohmeta hin ji wan (hewldan li dijî ewlehiya netewey) ye. Li gorî raporên navendên mafê mirovî û hin ji medyayan hejmara kuştiyan heta niha ji sînorê 100 kesan derbas kiriye. Li gorî rapora kempeyna mafê mirovî ya Belûçistanê li roja 9´ê Rezbera sala 1401`an aliyê kêm 67 nerazî li bajarê Zahidan û parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hatine kuştin. Wisa  xuya ye ku ew binçavkirin û êrîşkirin bi armanca cezadan û bêdengkirina wan kesan e ku ji bo bidestveanîna mafê mirovî, bi taybetî mafên jinan û herwisa bersivdan li derheq kuştina hikûmetî ya Jîna(Mehsa) Emînî, keça temen 22 salî nerizayetiyan ji xwe nîşan didin ku piştî binçavkirin ji aliyê geşta îrşadê hat kuştin ku bû qurbaniya qanûnên hicaba bi zorê û cudahî danînên di Îranê de. Li hember vê pirsê de girûpên mafên mirovî yên cuda daxwaza bersivdanê ji polîs û rayedarên Îranê kirine.

Rayedarên Îranê bi taybetî endamên civaka medenî, parêzerên mafên mirovî yên jinan û kesên ku li warê mafên jinan û keçên pêşeng çalakiyan encam didin, armanca kirin wan çalakvanên çalak li warê mafên kêmîneyên neteweyî ye. Bo mînak, aliyê kêm 17 parêzerên mafên medenî û mafên jinan bi awayek serberdayî li parêzgeha Kurdistanê hatine binçavkirin. Jîna Muderis Gurcî, yek ji parêzerên mafên mirovî yên jinan ne, li xwenîşandan dijî lêdan û kutan û binçavkirin li “kanûna îslah û terbiyet” a bajarê Sinê ji rêkevta 30´ê Xermanana sala 1401´an a Rojî, destavêtiye gireva birçîbûnê.

Piraniya endamên malbatên parêzerên mafên mirovî gef ji wan hatiye xwarin û di heman demê de parêzerên mafên mirovî digel tunditîjiyê hatine binçavkirin û malên wan kevtine ber êrîşê; Ji wan Gulrox Îrayî, Behar Hîdayet, Vîda Rebanî, Mecîd Tevekolî, Babek Pakniya, Mehsa Xulamelîzade, Îlahe Mihemedî û Nîlûfer Hamidî, yek ji jinên parêzerê mafên mirovî û rojnamevana ku li destpêka kuştina Jîna(Mehsa)Emînî ye li girtîgeha geşta îrşadê ragihandibû. Gulrox Îranî bo odeya takekesî ya girtîgeha Qerçekê hatiye veguhastin û di kombûna têgehandina cezayê bi sedema parvekirina babetên pêwendîdar bi girtin û kuştina kesên nerazî di nava torên civakî de bi tohmeta kombûn û alozî çêkirin li dijî ewlehiya neteweyî hatiye tometbarkirin. Ji aliyek din ve “Mîlad Penahîpûr û Se`îd Celîliyan” 2 parêzerên mafê mirovî ku parêzerê “ Husên Rewneqî” çalakvanê siyasî û medenî bûn. Digel parêzerê xwe di dadgeha girtîgeha “Êwîn”ê de li 2`ê Rezbera 1401an hatine binçavkirin û heta niha di girtîgehê de ne.

Digel destpêkirina nerizayetiyên xwandekaran dehan xwandekar hatine binçavkirin. Li şeva 10`ê Rezbera 1401`an bi pêşîgirtin ji belavbûna dengê xwandekarên nerazî li zanîngeha Şerîf heta nîva şevê li zanîngehê de di bin dorpêça hêzên ewlehî de bûn. Û bi tunditîjî ve bersiva kombûnên wan hatiye danê û hejmarek zêde ji wan hatine binçavkirin û birîndar kirin.

Di  tepeserkariyên berfireh yên  parêzvanên mafên mirovan de, desthilatdarên Îranê di qutkirina înternetê ya mobaîl û astengkirina xizmetên ragihandinê de berdewam in. Vê yekê bandorek mezin li ser mafê xwenîşandanê daniye û nahêle parêzvanên mafên mirovan bi hêsanî belge û şahîdên binpêkirina mafên mirovan ragihînin.

Rêxistinên mafên mirovan ên ku ev daxuyanî wajo kirine, ji ber binçavkirinên demkî û lêdana parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, çalakvanên xwandekaran û parêzvanên mafên medenî yên di wan çalakiyan de nîgeran in.

Em bang li rayedarên Îranê dikin ku demildest û bê şert û merc hemû parêzvanên mafên mirovan ên ku bi neheqî hatine binçavkirin serbest bên  berdan.

Herwisa em ji rayedarên Îranê  daxwaz dikin ku pê ewle bibin ku reftarên digel  parêzvanên mafên mirovan di dema binçavkirinê de li gorî şert û mercên ku di "Pêveknameya Prensîpên Parastina Hemî Kesên Di bin Her Coreyek binçavkirin û girtîgehê de" hatine destnîşan kirin, di nav de destpêragihîştina bilez a parêzeran be

Em bi bîr tînin ku ji desthilatdarên Îranê tê xwestin ku bi pirensîpên Peymana Navdewletî ya Mafên Medenî û Siyasî (ICCPR) bi taybetî benda 21, ku li gorî wê ji Îranê tê xwestin ku mafê lidarxistina civînên aştiyane nas bike û dev ji tepeserkirina tunditûjiyê berde.

Herwisa em ji rayedarên Îranê daxwaz dikin ku demildest destpêragihîştina tewav a bi  înternetê û peywendiyan rêkbixîne  û xwe ji fîlterkirin, sistkirin, asteng çêkirin û astengkirina platform û amûrên ragihandinê yên serhêl û sînordarkirina şiyana hevwelatiyan û niştecihan dûr bixin. xwe ji gihandin û belavkirina agahiyan bi awayekî azad, ewle û bi ewle dûr bigire.

Nebûna lêkolîn û cezanedana kesên ku rastî serkutkariyên bê rehmane hatine di nava xwenîşandanên meha Befranbara sala 1396`an û Xezelwera sala 1398an bûye sedema zêdebûna gefan bo ser parêzerên mafê mirovan û di heman dem de sûcdar li ser vê tunditîjiyê bivêrtir kiriye. Civaka navneteweyî weke yek ji aliyên sûdmend di pêvajoyên siyasî yên heyî de û bi taybetî Yekîtiya Ewropa, Kanada, Norwêj, Sûyîs û saziyên ewlehî û hevkarî li Ewropayê bi eşkere yekgirtî bûne daku ji bo parastina parêzvanên mafên mirovan û çalakvanên civaka sivîl û dabînkirina beşdarbûnên bi bandor û barimte bikin.

Vajoker:

Saziya Ebdulrehman Birûmend

Saziya Hewldana bikom bo mafên mirovî

Saziya Article 19

Saziya Front Line Defenders

Saziya Çavdêriya Mafê Mirov

Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê

Saziya Piştîvaniya Navneteweyî

Saziya Cîhanî ya Dijî Îşkenceyê

Tora Mafên Mirovî ya Kurdistanê

Fidrasiyona Cîhanî ya Civakên Mafên Mirovî

Kempeyna Çalakvanên Belûç