Daxuyaniya 14 Girtiyên Siyasî ên Kurd li derheq biryara darvekirina Zanîyar û Luqman Muradî

14:03 - 12 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: hejimarek ji hepsiyên siyasî ên Kurd di nava girtîgeha Recaî Şehr a bajarê Kerecê de li derheq biryara darvekirina 2 girtiyên siyasî ên Kurd dilgiraniya xwe anin ziman û xwestin ku dawî bi bêhurmetî û darvekirina zîndaniyên siyasî bê.

Daqa daxuyaniyê ku gihîştiye Ajansa Kurdpa,ê wek xwe tê bilav kirin.

gelê şerafetmende Îranê, cane Loqman û Zanîyar Muradî rizgar bikin.

her wek agehdarin Komara Îslamî a Îranê dixwaze di heyameke nêz de dest bi darvekirina hepsiyên siyasî bike û ewe amaje bi dubare bûna darvekirinên dehika 60’ a rojî li Îranê de ye.

em hatin haydar kirin ku karbidestên pişka cî bi cî kirina hukma girtiyên siyasî ên girtîgeha Gewher Deşt a bajarê Kerecê, du zîndaniyên siyasî ên Kurd bi navên Zanîyar û Loqman Muradî gazî kirine û navên van hatine pişt rast kirin. eşkereye biryara han bi fermana rêberê Komar Îslamî a Îranê jibo tirsandin û tepeser kirina wilatiyan li çaxekê deye ku Îran nêzikî hilbijartinên şanoyî û nedêmokratîk dibe û biryara darvekirina wan girtiyan tê encam dan.

zanîyar û Loqman Muradî çendîn car bi girtiyan ragehandine ku di bin eşkenceyên howane de û bi çêkirina sinaryoa li pêşde çêkirî ji alîyê Wizareta Îttlat û navendên ewlekarî ên li Kurdistanê hatine neçar kirin ku wan sûç û tawanan qebul bikin û ew yek ji aliyê hevbendên van hatiye pişt rast kirin û heya niha jî asevarên eşkencê li cesteyê wan de diyare.
madeya 38’ a yasaya bingehîn a Komara Îslamî a Îranê bi eşkereyî bas ji vê yekê dike ku her, danpêdanek di bin eşkence û zextê de be nayê pejirandin, lê çi destek li pişt vê sînaryoyê heye ku xurtên welatê me bi : Kurd, Belûç, Azerî, Ereb, Azerî û Lur dikevine ber tîxa eşkencê û bêhurmetî kirinê.

gelo dadperwerî û wek hevîa deshilatdarên Tehranê bas jê dikin ewe ye ku kesekî bê tawan zîndanî bikin û mafên vî ên mirovî ku bi eşkereyî li destura bingehîn a welat de bas jê hatiye kirin, bihên bin pê kirin kirin?
Ewe çi wek hevîyeke ku hemû pirensîbên mirovî û exlaqî ên navneteweyî ji aliyê Komara Îslamî a Îranê guh pê nahê dan?

Em wajo kerên vê daxuyaniyê daxwazê ji hemu wilatiyan, navendên nav neteweyî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku li hember biryara darvekirina wan 2 ciwanên Kurd nerazî bûna xwe nîşan biden û daxwazê ji deshilatdarên Komara Îslamî a Îranê dikin dawî bi eşkence û darvekirina wilatiyan bîne.

1-Şahrox Zemanî
2-Rseul Bodaxî
3-Xalid Herdanî
4-Efşîn Ûsanlû
5-Efşîn Heyretiyan
6-Elî Cebarî
7-Riza Şerifî ê Bokanî
8-Emîr Mihemed Emîn Xizî Bena Zade
9-Salih Kohendêl
10-Mihemed Elî Mensûrî
11-Seîd Masûrî
12-Ebas Radfer
13-Mistefa Eskenderî
14- Kerîm Meruf Ezîz