Daxuyanî jibo civîna nerazîbûnê li Kirmaşanê

15:36 - 8 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Hejimarek ji çalakvanên Yarsanî bi bilavkirina daxuyaniyekê daxwaza pêkanîna civînek nerazîbûnê li ber deriyê Parêzgariya bajarê Kirmaşanê kirin.

Di daxuyaniyê de ku li derheq buyerên çend rojên bihûrî hatiye bilav kirin, hatiye: daxwazê ji hemû xelkê Kurdistanê û bi taybetî xelkê Kirmaşanê dikin ku li hember vê zulim û bêdadiya ku deshilatdarên tepeser kar yê dewleta Îranê pitir ji 3’ê dehikane li hember xelkê Kurdistanê birêve dibin,bêdeng nebin.

Nusxeyek ji vê daxuyaniyê ku bo ajansa kurdpa hatiye şandin ku emê wek xwe bilav kin:

Silav ji xwîna pak a Şhîdên doza rizgariyê
Xelkê bi şeref yê Kurdistanê
Xelkê mafxwazê Yarsan
Çalakên çandî û sivîl yên Kurd

Her wek dizanin,mixabin li heyamê çend rojên bihûrî de du welatiyên mirov dust û alîgirê ola Yarsan, bi nîşaneya nerizayî û her wisa pêhesandina zext û giwaşên dewleta Îslamî ya Îranê li ser kêmaniyên mesebî û neteweyî li ber deriyê parêzgariya bajarê Hemedanê agir berdan xwe ku mixabin yek ji wan binavê “Nîkmerd Tahirî” xwediyê 2 zarokan canê xwe ji dest da.

Em wek çalakên civaka Yarsanan daxwazê ji xelkê çavnetirs yê Kurdistanê û bi taybetî xelkê Parêzgeha Kirmaşanê dikin, ku li hember vê zulm û naberaberiya dewleta tepeserkar ya Îranê ku pitir ji 3’ê dehikane li hember xelkê Kurdistanê birêve dibe, bêdeng nebin û û jibo bidest anîna mafên me yên Însanî û her wisa piştewanî ji wan du ezîzên me ku canê xwe jibo armancên berheq yên me kirine gorî, bi yek deng nerazîbûna xwe li hember deriyê parêzgariya Kirmaşanê nîşan biden.

Cihê civîna nerzaîbûnê: Kirmaşan, li hember deriyê Parêzgehê
Roj: Yekşemî berwar 10’ê Hezîrana 2013-06-08
Demjimêr : 10’ê Sibêdê

Tevî rêz û silav bo gelê Kurdistana Îranê