Daxistina senterik perwerda zimanê Kurdî li şarê Şino

12:22 - 7 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: li doma prosa daxistina senterên çandî de, sentera çandî-huneriya Fexrê Razî li şarê Şino bi biryara “ Şora ya Teimîn”a vî şarî rûberûyê daxistinê bûye.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li rojên heftiya borî de sentera hinkariya Fexr ê Razî ser bi sentera hînkariya Soma, ku senterik perwerdeya zimanê Kurdî li xiyawana Seydawê ya şarê Şino bû, hat daxistin.

Sentera hinkariya Fexr ê Razî midê 1 sal û 6 heyv li şarê Şino xebatên xwe meşandine û li vi mideyî de zêdetir ji 150 kesan hinî nivîs û xwendina zimanê Kurdî kiriye.

Berpirsên şoraya Teimîn ev sentera hinkariyê, ku bi yekik ji xebatkartirin serntera çandî yên parêzgeha Azerbaycana Rojava tê hesibandinê, bi maina nebûna icazê daxistine, ew ji rewşik deye ku sentera Razî, li çarçova “ Sentera Soma” ku senterik yasayî û rêpêdayê xebitînêye.

Sentera Soma li sala 1383a rojî wek binyatik nehukûmî li şarê Mihabadê hat damezrandinê û xencî hindê ku senter li şarê Mihabadê bû, karî li şarên Bokan, Serdeşt, Pîranşar, Bane, seqqiz, Qurwe, Sine, û çendîn şarek û gund , şaxe danê û li wi mideyî de bi sedan xwendewanên Kurd hinî zimanê Kurdî bike.

Ji aliyik din fêrgeha zimanê Kurdî li şarê Îlam ku icaza fermiya dezgeha ferheng û irşadê wergirtibû, paşî heftiyik xebat, bi biryara senterên asayişê tûşî daxistin bû.

Pêştir jî li 20ê Gelawêja îsal de, Enistîtoya çandî-huneriya Endişê Ehmedê Xanî li şarê Ormî, li ser dawa dezgeha Ferheng û irşad û ji aliyê ajanên emakina vî şarî pêşî ji xebitînên vê girtin û bi yekcarî hat daxistinê.