Daxistina kargehik li Dîwan derê, bêkariya 12 karkerên jin bi xwe anî

16:48 - 11 Gulan 2014
Ajansa Kurpa: kargeha berhev anîna kêyk û kulûçan ya şirketa Beharana Dîwan derê, tûşî daxistin bûû karkerên wê manê bê kar.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; bi daxistina kargehik ya berhev kirina kêyk û kulûçeyan li şarê Dîwan derê ku bi navê ticaretiya Ajal kar dixebitî, gişt karkerên xwe ku jin bûn, ji kar derxistine û karmiza wan ji nadanê.

Tê gotin, xwediyê wê kargehê, ji çend heyv pêş heya niha ji dana karmiza wan 12 karkrên jin xwe ragostiye û seweyî hindê li dezgeha kar de ser xwedî kargehêşikayet hatibû kirin, lê karmiza karkeran nedayê.

Li vê barê de, yekik ji malperên Dîwan Derê weşandibû, ku xwediyê vê kargehê li sedem dest hebûn li dezgeha kar, bersiva karkeran nedaye, ber hindê karker jî li tirsa hindê ku ji kar bên derxistin, bi neçarîû bi bêdengî, ser karên xwe mabûn.

Ji aliyik din de, binkên tendurustiyê li Dîwan Derê ku midê nêzî 3 sale dane bi pişka taybet, çendîn jin li wan binkan de bi heyv bi 150,000 tûmen karmiz dixebitin.

Bi gotina serekaniyik agadar, senterên midîkal li gundên Gawe Şele, Zerîne, Birahîm Ava, Hezar Kaniyan, Meran û Kol ûçendîn gundên din yên ser bi şarê Dîwan Derê, sewey hindê ku bi vê karmiza kêm kar dikin, bêyî hebûna bîme li senterên midîkal de li rewşa kar dene.

Serekaniyê ew jî got; berpirsê vê sentera midîkal, her sal, 5-6,000,000 tûmen diraf dirijîne hisaba bankiya wanû pşî wan dirafe xwe ji bank detînin, gere vî dirafî bidin bi berpisê xwe.

Eşkere jî kir ku berpisê wan hemû salan, belên name li wan jinan distîne ku hemê salê dirafê xercê kinc û dirafê salên boriyê xwe wergirtine, ew ji li rewşik deye ku çi kes jiwan jinan dirafê kincan pê nedane û li rewşik ku gişt xwedî zarokin , li heyv de bi tinê 150,000 tûmen karmizê werdigrin.