Daxistina Çapemeniyên Herêmî Têkilîdar e bi Desthilat

22:23 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Zorîneya Çapemeniyên Kirmaşanê seva Pirsgirêkên Abûrî, ji Weşanê sekinîne.

Raporên Gihîştî ji Kirmaşanê bas ji wê çendê dikin ku Arîşeyên Malî û Berzbûna Nirxa Kaxez û Çapê, bûye sedema Rawestandina Karê çapê ji aliyê Berpirsên Çapemeniyan ve.

Hin ji wan Çapemaniyan ev heyamê çend heyvan in ku nakevin ber çapê.

Belavokên “Sefîrê Xerb”, “Kirmanşah 1400”, “Neqdê hal” û “Awayê Kirmanşah” bi sedema Pirgirêkên Malî ve hatine daxistin.

Di demekê de ku Çendîn Milyard Tumen ji Bûdceya Çandiya Kirmaşanê re tê Terxankirin, ev Çapemenî hatine daxistin û ne xuya ye ku ew Bûdce Çawan tê Xerickirin.

Di heman demê de Îdareya Ferhenga Parêzgeha Kirmaşanaê daye zanîn ku Kirmaşanê li warê Çandî û Çapemeniyan ve pêşdaçoyîn bi çavên xwe ditiye.

Ji 41 Pirtûkên Xwediyê derfeta Weşandinê, hema 5 pirtûk hatine Weşandin.

Berpirsek Çapemeniyan di hevpeyvînekê de tewlî Nûçegihaniya Mêhr dibêje em Xwesansor in û ti Bandorekê nikarin li ser Çanda Civakê bileyîsin.

Berpirsê Heftenamye “Xerb” dibêje Pêşîneya Çapemeniyên Kirmaşanê 100 sal e lê heya demekî ku Çapemeniyên Kurdî Girêdayî Desthilat û Hukûmet bin, yê ew rewşe dewam bike.