Dawxaza xwandin bi zimanê Kurdî li Kirmaşanê hate kirin

21:37 - 17 Çirriya pêşîn 2015
Nûçegihaniya Kurdpa:Çalakvanekî sivîl xelkê bajarê Ciwanro, gazinde li parêzgarê berê yê Kirmaşanê kir, û got ku dibe di mezintirîn bajarê Kurdistana Rojhilat de, ku Kurd tê de akincî ne, xwandin bi zimanê dayîkê hebe.

Çalakvanên sivîl, xwandekarî û mamostayên Kurdistana Rojhilat li bajarê Kirmaşanê, ji bo rêdana xwandin bi zimanê zikmakî ji aliyê rejîma Îranê ve, simînarek li ser zinamê zikmakî lidarxsitin.

Piştî danîna beşeke taybet ji bo edebiyata neteweyên din yên Îranê di nav kitêba ziman û edebiyata Farsî ya wî welatî de, zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sine, îsal beşeke taybet bi zimanê Kurdî bo xwendekaran di vê zanîngehê de ava kiriye.

Piştî vê yekê di rojên berê de, çalakvanên sivîl yên xelkê bajarê Ciwanro, li ber xwandin bi zimanê Kurdî li zanîngeha Kirmaşanê wekî mezintrîn bajarê Kurdistana Rojhilat, rexne li “ Îbrahîm Rizayî Babadî” parêzgarê berê yê Kirmaşanê girtin, pirsa xwandin di vî bajarî de kete ber bas, û “Remezan Dêhnewî”ravêjkarê parêzgarê Kirmaşanê di vê derbarê de dibêje: “Pîlana avakirina kolîjeke taybet bi zimanê Kurdî amade ye”.

Hêjayî basê ye ku pirojeya avakirina beşa ziman û wêjeya Kurdî li Kirmaşanê, hewce ye ku ji bêjinga Civata Bilind ya Şoreşa Çandî re derbaz bibe, û bigihîje qonaxa piratîkê, lê ew civat serbarê vê ku pirojeya wan gihîştiye destên wan, lê heya niha tu biryarek li ser nedane.

Pirsa xwendina bi zimanê dayîkê di Îrana çendneteweyî de, bi salan e ku bûye cihê behs û gengeşeyê, û di vê derheqê de, hikûmeta Îranê tenê di xwendingehên bajarê Seqizê de, li Kurdistana Rojhilat kitêbokek ji zimanê Kurdî re danî.

Ew kitêbok tenê li xwendingehên bajarê Seqizê de tê gotin, û tê de tenê bas ji wan kesayetiyên naskirî ên Seqizê tê kirin, û tu amajeyek bi dîrok, wêje û …hwd nehatiye kirin, û di vê çarçoveya diyarîkirî de maye. Serbarê vê ku ji aliyê hikûmeta Îranê ve beşek ji pirtûka wêjeyê bo zimanê Kurdî hatiye danîn, lê ew kiryar ketiye ber rexneya karnasên perwerdehî û zimannasiyê, û ew karê berpirsyarên hikûmeta Îranê baş nabînin, û bas ji vê dikin ku li gora ku hewce ye girîngî bi zimanê Kurdî nehatiye dan.